Baroya Şirnexê: Ewlehiya me ti kesî nîne

Baroya Şirnexê: Ewlehiya me ti kesî nîne

.

A+A-

Baroya Şirnexê xwestiye ku polîsê bi wesayîta xwe li parêzer Serkan Karakaşî daye û birîndar kiriye ji wezîfeyê were girtin.

Baroya Şirnexê îro li ber Edliyeya Şirnexê têkildarî Parêzer Serkan Karakaşî ku polîs bi wesayîta xwe lê dabû û bi giranî birîndar kiribû, daxûyanî daye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê têkildarî bûyerê gotiye, “Ev rewş dide nişandan ku ewlekariya canî ya me ti kesî nîne.”

Alî Bayram, endamê Desteya Rêvebiriya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê(TTB), Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê, Samet Ataman, nûnerê Şirnexê yê Komeleya Mafê Mirovan(IHD) û gelek parêzer tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûne.

Parêzer Karakaşî di çokên xwe de birîndar bûye û dermankirina wî di nexweşxaneyê de didome.

“Biqestî hempîşeyê me birîndar kiriye”

Di daxuyaniyê de Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê axiviye û diyar kiriye kesê ku parêzer Serkan Karakaşî birîndar kiriye, li Xizmetên Piştgiriyê ya Miduriyeta Polisan a Şirnexê qomîser e û hempîşeyên me jî bi zanebûn birîndar kiriye û wiha gotiye: "Dema ku Parêzer Karakaş bi xerabûna wesayîta xwe re mijûl bûye, polis bi wesayîtê ji ber wî re derbas bûye û piştre dîtiye ku wesayît bi awayekî bilez  bi paş ve hatiye û li Karakaşî qelibandiye.

Ji bo ku lêpirsîn bi awayekî bealî bê kirin û delîl bên komkirin hevalên me yên parêzer gelek hewldan dane lê mixabin dozgerê nobedar ê lêpirsînê nebûye hevparê vê hewldana hevalên me û îstireheta xwe xera nekiriye. Digel ku tişta polis kiriye hewldana kuştinê bûye jî dozgerê lêpirsînê piştî ku îfadeyê wî girtiye ew binçav kiriye."

“Bila polîs ji peywirê bê girtin”

Di berdewamê de Dîlsîzî destnîşan kiriye ku piştî polis li xwe mikûr hatiye û qebûl kiriye ku mexsûs bi wesayîtê li Karakaşî xistiye û hatiye desteserkirin û gotiye, "Ev bûyera xeternak a li dijî hevalê me yê ku nûnertiya meqamê parastinê dike nîşan dide ku ewlehiya canê tu kesî ji me tuneye. Li cihê ku ewlehiya canê parêzer tunebe ne pêkane ku behsa ewlehiya canê welatiyan bê kirin. Em careke din bang dikin; bila polîs ji wezîfeyê bê girtin û em vê êrişa li dijî parêzer û Serokê Navenda me ya Mafê Parêzeran qebûl nakin.

Dîlsîz diyar kiriye ku ji bo pêvajoya lêpirsînê bi awayekî durist bê meşandin û faîl cezayê pewîst bigire, ji raya giştî re radigihînin ku em ê bûyerê bişopînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin