Baroya Êlihê: 5 kesên desteserkirî hatine îşkencekirin

Baroya Êlihê: 5 kesên desteserkirî hatine îşkencekirin

.

A+A-

Navenda Mafên Mirov a Baroya Êlihê diyar kir ku li navçeya Timokê îşkence li 5 kesên desteserkirî hatiye kirin û dê derbarê berpirsan de kar û barên yasayî bidin destpêkirin.

Li gor agahiyan li navçeya Timokê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 31 Adara 2022ê hêzên Fermandariya Cendirmeyan bi ser hejmareke malan de girtine û 15 kes bi lêdanê hatin desteserkirin. Herwiha piştî karûbarên yasayî 10 kes hatine berdan û tê îdîakirin ku 5 kes jî hem di dema desteserkirinê û hem jî di binçav de hatine îşkecekirin.

Navenda Mafên Mirov a Baroya Êlihê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û dibêje li beramberî kesên desteserkirî kiryarên xirab û îşkence hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gor agahiyên gehiştine navenda me 5 kesên ku 31ê Adara 2022ê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve hatine desteserkirin rûbirûyê kiryarên xirab û îşkencê bûne. Daxwaza me ya hevdîtinê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nehatiye qebûlkirin û vê yekê ev îdîa piştrast kirine. Wek navend em dê vê bûyerê bişopînin û derbarê kesên berpirsiyar de karê yasayî bidin destpêkirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hem di dema desteserkirinê de û hem jî li girtîgehan bûyerên îşkencê çêdibin û piraniya caran ser wan bûyeran tê girtin û lêpirsîn nayê kirin. Lewra rêxistinên mafên mirov daxwaz dikin kiryarên wiha bên zelal kirin û kesên îşkence yan kiryarên xirab dikin bên cezakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin