Baroya Amedê: Zarokên 5 salî ji ber cilûbergên Kurdî hatine desteserkirin

Baroya Amedê: Zarokên 5 salî ji ber cilûbergên Kurdî hatine desteserkirin

.

A+A-

Baroya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di Newrozê de zarokên cêwî yên 5 salî ku cilûbergên Kurdî li wan bûne, hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya Baroya Amedê de hat diyarkirin ku li navçeya Bismilê ya Amedê zarok bi hinceta cilûbergên neteweyî yên kurdî li xwe kirine hatine hatine desterkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Baroya Amedê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê dê di berbarê mijarê de pêvajoya hiqûqî bişopînin.

Baroya Amedê di daxuyaniyê de dibêje “Di pîrozbahiya Newrozê ya ku di 19ê Adara 2022an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat lidarxistin de, gelek kesên ku cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn, hatin astengkirin û bêyî ku gumana sûc hebe hat girtne girtin.

Birayên cêwî yên bi navên A.B û E.B yên 5 salî ku cilûbergên gelêrî li xwe kiribûn, ji bo pîrozkirina Newrozê xwestine bi diya xwe Zeynep B. re biçin qadê. Hate zanîn ku zarokên cêwî ji aliyê polîsan ve bi hinceta cilûbergên xwe yên gelîrî  û naveroka cil û bergên ku kesk û sor û zer li serê ne bo ketina qadê hatine astengkirin, cilûbergên wan ji wan hatine kirin û pêvajoya girtinê kirine û ew bi diya wan re birine qereqolê.”

Baro di beşeke din a daxuyaniyê de got “Tevî ku bi awayekî eşkere tê gotin ku li gorî xala 19'an a rêziknameya binçavkirin û îfadeyê zarokên di bin 12 saliyê de ji ber sûc nayên girtin û di tespîtkirina sûc de nayên bikaranîn, Bi girtin û binçavkirina zarokên 5 salî mafê azadî û ewlekariya şexsî hatiye binpêkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin