
Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir
.
A+A-
Baroya Amedê ji bo zemên ceyranê werin betalkirin li EPDK’ê doz vekir.
Piştî baroyên Şirnexê û Manîsayê, Baroya Amedê jî ji bo betalkirina bihakirina ceyranê di milê hiqûqî de ket tevgerê. Baroya Amedê ji bo zemên ceyranê were betalkirin û biryara birêvebirinê were sekinandin serî li Saziya Vesazkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK) da û doz vekir. Serlêdan ji bo ku pêşkêşî Serokatiya Şûreya Dewletê were kirin, radestî Buroya Hiqûqa Îdereyê ya Nobedar a Amedê hat kirin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku hesabên kîlowatê ku ji aliyê EPDK’ê ve hatiye kirin ne li gorî zanistê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin