Baroya Amedê: Em ji ber wernegirtina tedbîran li Bursayê nîgeran in

Baroya Amedê: Em ji ber wernegirtina tedbîran li Bursayê nîgeran in

.

A+A-

Baroya Amedê ragihand ku ew ji ber wernegirtina tedbîran dijî çalakiya alîgirên Bursasporê li pêşiya otela yarîzanên Amedsporê nîgeran in û dê proseya hiqûqî bidin destpêkirin.

Baroya Amedê îro Yekşemê 5ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê bûyera şeva borî de ku alîgirên Bursasporê li ber otela yarîzanên Amedê kom bûbûn û sloganên provoke bilind kiribûn peyamek belav kir.

Baroya Amedê dibêje: “Li gor dîmenên hatine belavkirin li Bursayê grupek li pêşiya otela yarîzanên Amedsporê sloganên nîjadperest û cûdaxwaz bilind kirine. Ji ber tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin em nîgeran in. Em van çalakiyan şermezar dikin û em dê proseya hiqûqî bidin destpêkirin.”

Li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin, hejmarek alîgirên Bursasporê li ber otela ku yarîzanên Amedsporê lê dimînin kom bûne û slogana “Yê dibêje ez Tirk im, çiqas bextewer e” bilind kirine.

Li ser bûyerê Amedsporê jî hesabê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê etîket kir û peyamek belav kiriye. Amedspor di peyama xwe de dibêje: “Şeva borî demjimêr 02:45 deqe, pêşiya otela ku yarîzanên me lê dimînin. Ew kesên bi gotinên nîjadperest diqêrin jî alîgirên Bursasporê ne. Derencam di demekê de ku tîma me ji herêma erdhejê hatiye û beriya lîstikê divê tiştekî wiha nebûye. Her hal Federasyon vê yekê bibîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin