
Baregeha Barzanî: Serok Barzanî dê di demeke guncav de biçe serdana Ocalan
.
Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serok Mesûd Barzanî dê di demekê guncav de serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike.
Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê heyeteke payebilind a DEM Partiyê pêşwazî kir.
Hat diyarkirin ku peyameke Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bi heyeta DEM Partiyê re bû û Ocalan xwestiye ku biçe serdana Serok Barzanî.
Serok Barzanî jî ragihand ku ew dê “di demeke guncav de” biçe serdana Abdullah Ocalan.
Baregeha Barzanî li ser serdana heyeta DEM Partiyê daxuyaniyek belav kir.
Heyeta DEM Partiyê ji Ahmet Turk, Leyla Zana, Sirri Sakik, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk pêk hat.
Di hevdîtinê de, heyetê pesnê “rola bihêz, neteweyî û stratejîk” a Serok Barzanî ya di piştgiriya pêvajoya çareseriyê de da û jê xwest ku di qonaxên bê de jî li ser wê rola xwe ya dîrokî berdewam be.
Li gel gihandina peyam û daxwaza Abdullah Ocalan, heyetê bi awayekî fermî ji Serok Barzanî xwest ku biçe serdana Îmraliyê û bi Ocalan re bicive.
Serok Barzanî tekezî li ser girîngiya gavên pêvajoyê kir û ew wekî “gavên girîng” bi nav kirin.
Serok Barzanî her wiha diyar kir ku “10 salên diyalogê ji saeteke şer çêtir in” û pirsgirêk bi şer û tundûtûjiyê çareser nabin û divê pişt bi diyalog û têkoşîna siyasî were girêdan.
Derbarê daxwaza serdana Ocalan Serok Barzanî ragihand, “Di rewşeke guncav de serdan dê were kirin” û soz da ku çi ji destê wî were dê ji bo serxistina pêvajoyê bike.
Di dawiya civînê de Serok Barzanî ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest ku piştgiriyê bidin pêvajoyê çareseriyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin