Baregeha Barzanî: Me derfeteke dawî da Bexdayê

Baregeha Barzanî: Me derfeteke dawî da Bexdayê

.

A+A-

Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku alî û kesayetiyên Îraqî soz dane ku pirsgirêka mûçeyan çareser bikin û wan jî derfeteke dawî da Bexdayê.

Barageha Barzanî ragihand ku Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo nirxandina helwesta pêwîst a li hemberî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de yên li ser mijarên mûçe, budce û mafên darayî civiya.

Li gorî daxuyaniya Barageha Barzanî,Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, piştî dan û standinên li gel aliyên siyasî yên Îraqê vegeriyaye Kurdistanê û ji Polîtbîroya PDKyê re ragihandiye ku aliyên siyasî, kesayet û hikûmeta federal ji bo çareseriya pirsgirêkên şandina mûçe û mafên darayî soz dane.

Barageha Barzanî her wiha eşkere kir, li ser bingeha vê daxwaz û soza ku ji aliyê kesayetiyên siyasî û hikûmeta federal ve hatiye dayîn û ji bo berdewamkirina diyalogeke aram û bi berçavgirtina rewş û berjewendiyên giştî, wekî derfeteke dawî, ji bo çareseriyê li benda gavavêtina hikûmeta Bexdayê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Her dem baweriya me bi diyalogê hebûye û eger rêya gotûbêjan vekirî be, em li gel wê yekê ne ku  pirsgirêkan bi rêya lihevkirinê çareser bikin."

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin