Baregeha Barzanî: Bahçelî hîn jî Gurê Boz e lê ketiye postê mihan

Baregeha Barzanî: Bahçelî hîn jî Gurê Boz e lê ketiye postê mihan

.

A+A-

Baregeha Barzanî li ser serdana Serok Barzanî ya ji bo Cizîra Botanê bersiva rexneyên Devlet Bahçelî da û got, "Bahçelî dest ji nijadperestî û şoveniyê bernedaye, diyar e ku ew hîn jî Gurê Boz ê berê ye û niha ketiye postê mihan."

Serok Mesûd Barzanî 29ê Çiriya Paşîn beşdarî Sempozyuma 4emîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê bûbû.

Ew serdana Serok Barzanî rastî gelek karvedanan hatibû.

Yek ji wan kesên ku rexne li Pêşmergeyên parêzvan ên Serok Barzanî girtibû ku bi alaya Kurdistanê çûbûn Cizîra Botanê, Bahçelî bû.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû, "Dewleta me xwedî desthilat, hêz û şiyana pêwîst e ku hemû mêhvanan biparêze."

Baregeha Barzanî bersiv da daxuyaniya Devlet Bahçelî.

"Li gorî protokolê bû"

Baregeha Barzanî di bersiva wan rexneyan de got:

"Hemû ew hûrgiliyên ewlehiyê û tedbîrên ku ji bo serdana Serok Barzanî hatibûn girtin, li gorî rêkeftineke protokolê ya di navbera saziyên pêwendîdar ên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bûne.

Li gel vê yekê, her car di dema serdana berpirsên payebilind ên Tirkiyeyê yên Herêma Kurdistanê de jî, yekîneyên leşkerî yên taybet ên Tirkiyeyê bi wan re hatine û ti pirsgirêk derneketine."

Baregeha Barzanî her wiha anî ziman:

"Serdana Serok Barzanî piştgiriyek bû ji bo pêvajoya aştiyê ya ku Bahçelî îdia dike piştgiriyê dide wê.

Me digot qey Xwedê hidayet daye Devlet Bahçelî û dest ji nijadperestî û şoveniyê berdaye lê diyar e ku ew hîn jî ew Gurê Boz ê berê ye û niha ketiye postê mihan."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin