BANGEKE  LEZGÎN  LI SER DIJYETIYÊN KU LI SER TAXÊN KURDÎ LI HELEBÊ TÊNE KIRIN

BANGEKE LEZGÎN LI SER DIJYETIYÊN KU LI SER TAXÊN KURDÎ LI HELEBÊ TÊNE KIRIN

.

A+A-

Hevkarî ya Partiyên kurdistanî li Elmanya  bi lezgînî bang li Civata Navdewletî û hemî komît, hikomet û rêxistininên dewletî dikin, ku di cî de û serast destêwerdanê bikin, da ku dijayetiyên li ser taxên Kurdan li Helebê (Şêxmeqsûd/Çiyayê Seydo, Eşrefiyê, Benîzêd) bêne rawestandin, sivîl werin parastin û qedexekirina dubarekirina dijayetiyan were gerantîkirin.

Ev dijayetiyên milîşeyên bi ser Turkiyê ve, û di nav refên "Artêşa Erebî ya Sûriyê" de, bi biryara Şalyariya/Wezareta Berevaniyê ya Hikometa Sûriyê ya Demkî, yekser bi tang, top, zirx û dironan sivîlan armanc dikin, û heya niha ji ber wê bi dehan hevwelatiyan jiyanên xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne, wekî binpêkirineke açiq û zelal ji perensîpên mirovahî, gendîşe û zagon/yasayên navdewletî re.

Ev dijayetî  gefdayîne ji aştiyana xelkeyî û jiyana hevbeş li Helebê re ye, û ji nû ve tund û tûjî û çewsandina ku hemî pêkhateyên gelê Sûriyê ji ber nalî ne û êş jê dîtine derdixe holê.

Û hemî aliyên van êrişan dikin û yên piştgiyê dikin, yekser di ber dahatû û xişim û bêtarên çêbibin de berpirsiyar in. Û li gor Zagona Navdewletî ya Mirovahî, hemî kiriyarên têne kirin, tewaneke belgekirî ye, û di bin çi behaneyê de be, destûr jêre nayê dayîn. Mîna ku berê bi herdu pêkhateyên (Elewî li Beravê û Diruza li Başûrê Sûyê) re çêbûye.

Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elmanya tekez dike ku divê li hevpeymana/rêkeftina /1/Avrêlê/Nîsanê ya ku ji bo van taxan hatiye îmezekirin were vegerandin, a ku dibêje gerek ev tax di aramî û hêminiyê de bimînin, ta gihîştina çareseriyeke giştî, ye ku aramî û hêminiyê ji welêt tev de re gerantî dike.

Û em dibînin ku çareserkirina rasteqîn di lihevkirineke niştîmanî ye Sûrî de, li hev mikûrhatin, rêzgirtina mafên pêkhateyan, qedexekirina tundûtûjî û tunekirina hevdu, û di parastina rûmeta gelê Sûriyê bi tevahî de ye.

 

 Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elmanya

 Rêbendana 2026

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin