BANGEKE LEZGÎN

BANGEKE LEZGÎN

.

A+A-

Jiyana 1200 malbatên Êzîdî li Helebê di xeteriyê de ye.

Piştî êrîşên hovane yên artêşa Sûriyê û grûbên çete û terorîstên cîhadîst yên li dijî herdu taxên kurdan Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li Helebê, heta niha bi hezaran kurd terka malên xwe kirine û ketine ser rêya koçberiyê. Jiyana yên mayîn jî di metirsîyeke mezin de ye.

Bi taybet jî Êzîdiyên li Helebê ketine nava tirs û xofeke mezin û ditirsin ku grûbên çete û cîhadîstên îslamî wan di komkûjiyan re derbas bikin û wek atara fermana li Şingalê hatî serê Êzîdiyan, li Helebê jî bînin serê wan.

Halê hazir 1200 malbatên Êzîdî li Helebê mane asê û hawara xwe digihînin Civaka Navdewletî, Yekîtiya Miletan, Civaka Êzîdî û hemi kesên xêrxwaz û mirovhez ku bi hawara wan ve herin û wan ji nav vî agirî rizgar bikin.

Weşan DRA

08.01.2026

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin