Banga Diakurdê ji bo hemwelatiyên welatên Yeketiya Ewropa

Banga Diakurdê ji bo hemwelatiyên welatên Yeketiya Ewropa

.

A+A-

Heval û welatparêzên hêja,

Di rojên 6 heya 9/6/2024 de hilbijartinên Parlementoya Yekitiya Ewropa birêvediçe. Niha li hemû welatên YE’yê nîqaşên siyasî berdewam in û rikeberiyeke mezin li navbera partî û blokên siyasî de heye. Ew hilbijartine diyasporaya Kurd ku têde zêdeyî milyonek hevwelatiyên Ewropî hene bi berfirehî elaqedar dike.

Em di nav civakên demokratîk de dijîn û li gorî me, hem erkeke li hember welatên ku em tê de dijîn hem jî mafekî demokratîk e ku bi awayekî çalak beşdarî di hilbijartinan bibin û dengê xwe bikarbînîn.

Ji ber vê yekê em bang li hemû hevwelatiyên xwe yên Kurd dikin ku di roja hilbijartinê de amade bin û mafên xwe yên demokratîk û dengê xwe bikar bînin.

Li Ewropa gelek namzetên demokrat ku ji bo mafên mirovan ên gelê Kurd têdikoşin hene. Em hêvî dikin dengê xwe ji bo namzetên demokrat, dostên gelê me û berbijarên Kurd bikar bînin.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora - Diakurd

5/6/2024

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin