Balyozxaneya Awistralyayê ji bo Helebceyê peyamek şand

Balyozxaneya Awistralyayê ji bo Helebceyê peyamek şand

.

A+A-

Balyozxaneya Awistralyayê ya Bexdayê bi rêya Rûdawê ji bo 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyameke sersaxî û hevxemiyê pêşkêşî xelkê Helebceyê kir.

Di ser Komkujiya Helebceyê re 36 sal derbas bûn. 

Balyozê Awistralyayê yê Îraqê Glenn Miles ji bo 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir.

Glenn Miles di peyama xwe de got, “Balyozxaneya Awistralyayê ya Îraqê rêz û hurmetên xwe pêşkêşî qurbanî û rizgarbûyên bombebarana hovane ya sala 1988an a Helebceyê dike.

Em kesên jiyana xwe ji dest daye bi bîr tînin û hêz û berxwedaniya bêhempa ya ku ji aliyê xelkê Helebceyê ve hatiye nîşandan, pîroz dikin.

Pabendbûna Awistralyayê ji bo jinavbirina çekên kîmyawî di bîranîna gelek qurbaniyên çekên kîmyawî de ku di pevçûnên li çaraliyê cîhanê de hatine bikar anîn, hatiye damezrandin.

Di 16ê Adara 1988an de hikûmeta wê demê ya Îraqê Helebce bi gazên kîmyawî bombebaran kir.

Di êrîşa de herî kêm 5 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest da û 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Welatiyên birîndar ji ber bandora çekên kîmyawî bi nexweşiyên kronîk ketin.

Di 16ê Adara 2010an de Parlamentoya Awistralyayê ev êriş wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Di sala 2010an de wekî komkujî hate nasandin

Di sala 2010ê de Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê kîmyabarana Helebceyê wek komkujiî ragihand.

Di heman salê de, Elî Hesen Mecîd ku bi navê “Elî Kîmyawî” tê naskirin, berpirsekî payebilind ê Baasê ku di demên cuda de wekî Wezîrê Karên Navxwe û Parastinê yê Îraqê kar kiribû, bi tometa berpirsê êrîşa kîmyayî ya Helebceyê hat îdamkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin