Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê bi Kurdî daxuyanî da

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê bi Kurdî daxuyanî da

.

A+A-

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê derbarê civîna şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd a li Sûriyê (ENKS) bi berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê re twîtek bi zimanê Kurdî belav kir.

Şandeke ENKSê roja 1ê Cotmeha 2022an bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich re hevdîtin pêk anîbû.

Şanda ENKSê ku ji Îbrahîm Biro û Kamîran Haco pêk dihat, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk û herwiha Şandiyê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê Ethan Goldrich re civiyabû û di civînê de proseya siyasî ya li Sûriyê hatibû gotûbêjkirin.

Hesabê twîtterê ya Karûbarên Rojhilatê Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû, dîplomatê Amerîkî Goldrich bi nûnerên ENKSê re civiyaye û çareseriya siyasî ya Sûrî li gorî biryara 2254 a Encumena Asayişê gotûbêj kiriye.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê jî ku bi awayê online kar dike, roja 2ê Cotmeha 2022an derbarê hevdîtina bi rayedarên ENKSê re peyamek bi Kurdî weşand.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihandiye, “Cîgirê Alîkarê Wezareta Derve ya Amerîkayê Goldrich bi nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurdî re civiya ji bo gotûbêjkirina li ser girîngiya pêşxistina proseyeke siyasî ya berfireh bi pêşengiya Sûriyê li gorî biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî.”

 

 

Civîn di çarçoveya kombûneke şandeke opozîsyona Sûriyê li Waşintonê li gel Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Jêrîn Barbara Leaf de pêk hat û tê de Ethan Goldrich û Rêveberê Birêveberiya Iraq û Sûriyê di Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîka de Emily Barnes û şandeke Wezareta Berevanî ya Amerîka amade bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin