Balyozê Brîtanyayê: Helebce tîne bîra me ku serdema Sedam ne xweştir bû

Balyozê Brîtanyayê: Helebce tîne bîra me ku serdema Sedam ne xweştir bû

.

A+A-

 Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen ji Rûdawê re got, “Helebce tîne bîra me ku serdema Sedam ne xweştir bû.”

Di ser komkujiya Helebceyê re sibe 36 sal derbas dibin.

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen ji nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmanê re axivî.

"Ne tenê hejmar in"

Stephen Hitchen got, “Carinan li Îraq û heta Kurdistanê dengan dibihîzim ku dibêjin rewşa di serdema Sedam Husên de ji ya niha baştir bû.

Lê ez difikirim ku salvegera Komkujiya Helebceyê demeke baş e ku em bi bîr bînin ku wê demê rewş ne baştir bû.

5 hezar kesên ku canê xwe ji dest da ne tenê hejmar in lê kes in.

Her yekî ji wan malbatek hebû, çîrokek hebû, her yekî ji wan hêviya paşerojeke ku ji aliyê rejîma Beasê ve ji destê wî hatibû standin hebû.

Girîng e ku em wekî civaka navneteweyî tiştên qewimîne bi bîr bînin, dersan derxin û kesên winda bi bîr bînin.”

Helebce 16ê Adara 1988an ji aliyê desthilata wê demê ya Îraqê ve hat kîmyabarankirin

Di encamê de nêzî 5 hezar kesan şehîd ketîn û zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin