Balyozê berê yê Amerîkayê: PYD rê nade azadiya karên siyasî

Balyozê berê yê Amerîkayê: PYD rê nade azadiya karên siyasî

.

A+A-

Karvedanên êrîş û kiryarên li ser navendên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, berdewam in. Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê, Robert Ford ji Rûdawê re got “PYD rê nade azadiya karê siyasî yên partiyên din hebe û astengiyan ji bîr û baweriyên siyasî re çêdike. PYD nikare cudahiyan qebûl bike, ev jî ziyanê digihîne yekrêziya Kurdan.”

Dawîtirîn êrîş li bajarê Dirbêsiyê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû, ku şeva 31/12/2021ê, grûpeke çekdar êrîşî ofisa Partiya Demokrat a Kurdistan-Suriye (PDK-S)ê kir, derî û pencereyên wê şikandin.

Derbarê wê êrîşê, ENKSê daxuyaniyek ragihand, û diyar kir ku aliyê êrîşker grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger e, û girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

ENKS wan êrîşên li ser ofîsên partiyên xwe, şermezar dike û radigihîne ku ew kiryar dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd û ziyanê digihînin doza Kurdî.

Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê, Robert Ford jî, di hevpeyvîneke xwe de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê, behsa siyaseta PYDê kir û got, ew rê nade azadiya karê siyasî yê partiyên din, û astengiyan li ber bîr û baweriyên siyasî yên cuda dirust dike. Nîşan bi wê yekê jî da ku, berî çend rojan ofîsa partiyeke siyasî li navçeyên Rêveberiya Xweser hate şewitandin, êdî ew nikare partiyên din ên siyasî qebûl bike.

Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford got “Bi nerîna min pirseke gelekî ciddî heye ji bo Partiya PYDê û YPGê ya grûpa çekdar a ser bi wê partiyê, derbarê damadebûna wan bo qebûlkirina azadiya siyasî û opozisyona siyasî. Berî çend rojan, dûbare, nivîsgeheke partiyeke Kurdî li Sûriyê, li bajarekî li nav Rêveberiya Xweser hate şewitandin. Eger nikarin partiyên siyasî yên din qebûl bikin, êdî yekîtiya rêzên wan zehmet dibe, herwiha ew yek dibe sedema peydabûna çend valahiyan, ku dereng be yan zû be, hikûmeta Şamê keysbaziya wê yekê dike, lewma bi nerîna min, ji aliyê teknîkî ve, ev yek şaştiyek e ku PYDê û YPGê grûpên çekdar ên ser bi wê, encam didin.”

Serkirdeyên ENKSê û PDKSê, derbarê êrişên li ser ofîsan, nerazîbûna xwe nîşan didin û diyar dikin ku heta niha ti rêgirî li pêşiya wan êrîşan nehatiye kirin, û eger ev kiryar û êrîş berdewam bin, ew ê nikaribin ti danûstendin û rekêftinan cîbicî bikin, wiha jî ew êrîş dibine astengî li pêşiya diyaloga Kurdî-Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin