
Balyoza Fransayê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir
.
Balyoza Fransayê ya Enqerê li gel şandeyekê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir û bi Hevseroka Şaredariyê Serra Bucakê re civiya.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Balyoza Fransayê ya Enqerê Isabelle Dumont û Şêwirmendê Karên Siyasî yê Balyozxaneyê Kilian Vivien ku ji bo çend hevdîtinan hatibûn Amedê, Şaredariyê ziyaret kiriye.
Balyoza Fransayê ya Enqerê Isabelle Dumont û şandeya li gel ji aliyê Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak ve hat pêşwazîkirin û piştre civiyan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê serdanê got”
Di hevdîtina li gel Hevşaredar Bucakê de, li ser bipêşketinê li herêmê nêrîn hatin guhertin.
Bucakê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Dumontê kir. Hevberdevkên Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin jî di vê hevdîtinê de amade bûn.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin