Balyoza Amerîkayê: Em piştgiriyê didin pêvajoya yekkirina Pêşmerge

Balyoza Amerîkayê: Em piştgiriyê didin pêvajoya yekkirina Pêşmerge

.

A+A-

 Balyoza Amerîkayê ya li Îraqê dibêje Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê çû Hewlêrê û ligel Nêçîrvan Barzanî kom bû da ku tekezî li ser hevalbendîya navbera hikûmeta Amerîkî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Îro Sêşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê ligel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin civiya.

Alina Romanoskî balyoza Amerîka ya li Iraqê piştî civinê twîttek belav kir û tê de got "Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya û hevkariya me ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dupat kir.

Romanowski di beşeke din a tweeta xwe de dibêje “Amerîka pabend e bi piştgirîkirina hewildanên Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bo nûjenkirin û yekkirina hêzên Pêşmerge ji bo misogerkirina têkşikandina mayînde ya DAIŞê.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Peywendiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê, rewşa ewlehiyê, pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê hatine gotubêjkirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Aliyan li ser wê yekê jî hevdeng bûn ku teror û DAIŞê heta niha li Iraq û Sûriyê gef û metirsiyên rasteqîn in û Herêma Kurdistanê û Iraq pêwîstiya wan bi piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî heye bo dabînkirina şikestina herdemî.”

Li gor daxuyaniyê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û diyar kir ki ku Austin gotiye “ Em proseya birêxistinkirina Pêşmerge û reformên di vî warî de dişopînin. Ji bo serxistina vê proseyê di çarçoveya rêkeftina ku di navbera Pentagon û Wezareta Pêşmerge de hatiye îmzekirin, emê hemû piştevaniya pêwîst pêşkêş bikin.”

 

Li Herêma Kurdistanê hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yekîneyên 70 û 80 hene û Wezareta Pêşmerge jî 22 lîwayên wê hene ku bi fermî hejmara wan 125 hezar Pêşmerge ye. Du ji van lîwayan dê di çarçoveya du lîwayên hevbeş ên parastina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê bin.

Ji sala 2010 heta 2013 nêzîkî 42 hezar Pêşmerge ji yekîneyên 70 û 80 hatin yekkirin û 14 lîwayên hevbeş hatin avakirin, lê piştre aloziyên navbera aliyan, şerê li dijî DAIŞê û bûyerên Cotmeha 2017ê ew prose têk çû.

Di sala 2018ê de dîsa bi hemahengiya hevpeymanan projeya yekkirina Pêşmerge ji 35 xalan hat ragihandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin