Balafirên Amerîkayê rê nedan balafirên rûsî li ser Rojavayê Kurdistanê bifirin

Balafirên Amerîkayê rê nedan balafirên rûsî li ser Rojavayê Kurdistanê bifirin

.

A+A-

Hat ragihandin ku 3 balafirên şer ên Rûsyayê ku xwestin derbasî herêma Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya li asmanê Rojavayê Kurdistanê bibin, ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve rêgirî li wan hat kirin û ji deverê hatin dûrxistin.

Li gorî medya Amerîkayê ku bi zarê du berpirsên Amerîkî yên nexwestine navê wan bê eşkerekirin belav kiriye, 3 balafirên leşkerî yên Rûsyayê ku ji balafireke kargo û du balafirên şer ên bombeavêj pêk dihatin, bêyî ti agahdariyeke pêşwext ji ser asmanê Iraqê ve derbasî asmanê Rojavayê Kurdistanê bûne ku ew herêm di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Medya Amerîkî bi zarê herdu berpirsan daye xuyakirin, piştî derbasbûna balafirên rûsî ya nav asmanê Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê, balafirên şer ên Amerîkayê li asmanê herêmê firiyane û balafirên Rûsî neçar kirine paşve vegerin.

Rûsya wan îdiayan red dike û wek tohmet bi nav dike û dibêje, hêzên wê di nav axa xwe de mijûlî rahênan û manovrên serbazî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin