Bakurê Kurdistanê ji bo alîgirên Zaxoyê li ser pêyan e

Bakurê Kurdistanê ji bo alîgirên Zaxoyê li ser pêyan e

.

A+A-

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê xebatên piştevanîkirina alîgirên tîma Zaxoyê ji bo bidestxistina Xelata FIFAyê didomin.

Alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê, namzedên “Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê” ne.

Komeke alîgirên tîma Zaxoyê ev çend roj in li Amedê ye û ji bo ku alîgirên Zaxoyê, “Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê” wergirin, ji xelkê Bakurê Kurdistanê piştevaniyê dixwazin.

Amedsporê piştevaniya tam da

Şandeya Zaxoyê  şeva borî Amedspor ziyaret kir û ji birêvebirên tîma keskesor piştevaniyeke tam wergirt.

Alîkarê Serokê Amedsporê Nîhat Salmiş bangî xelkê kir û got:

"Banga me li hemû gelê me yê Amedê û Kurdistanê ew e ku hemû ji bo FIFAyê dengê xwe bidin Zaxoyê.

Em dixwazin tîma me ya Amedspor û Zaxoyê bi hev re lîstikekê jî bikin. Di vî warî de jî em kar û pîwendiyên xwe didomînin."

Şandeya tîma Zaxoyê rojane li cihên cuda yên Amedê standa xwe datînin û îmzeyan kom dikin.

Partiyên siyasî jî piştgiriyê didin

Hinek aliyên siyasî jî piştevaniya vê kampanyayê dikin.

Berdevkê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Hanîfî Turan got:

"Bi rastî alîgirên tîma Zaxoyê karekî pîroz dike. Miletê Kurd û Kurdistanê bi cîhanê dide naskirin.

Bi qasî ku ji destê me tê divê em piştgiriyê bidin karê wan.

Divê hemû Kurdên her çar aliyên Kurdistanê û diyasporayê dengê xwe bidin alîgirên tîma Zaxoyê."

Li bajarên din jî xebat hene

Ji bilî Amedê li Mêrdîn, Nisêbîn, Midyad, Cizîr, Silopî û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî xebatên piştevanîkirina Zaxosporê hene.

Niştecihê Silopiyayê Mahsun Şahînoglu jî got:

"Eger hûn li ser malpera înternetê dengê xwe bidin alîgirên tîma Zaxoyê hûn dê wê li seranserî cîhanê bikin alîgirên yekem.

Ez hêvîdar im hûn bikevin malpera FIFAyê û dengê xwe bidin Zaxoyê."

Dengdan 28ê mehê bi dawî dibe

Federasyona Navdewletî ya Futbolê (FIFA) 6ê Çiriya Paşîn a 2025an namzedên "“Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê” eşkere kiribûn.

Alîgirên tîma Zaxoyê ji ber çalakiya xwe ya mirovî ya di werza borî de ketin nav sê namzedên sereke.

Dengdan li ser malpera FIFAyê 28ê mehê bi dawî dibe û yên ku dixwazin alîgirên tîma Zaxoyê bibe yekem divê destê xwe sivik bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin