Bafil Talebanî hişyarî da: Demildest rê li ber rijandina xwînê bigirin

Bafil Talebanî hişyarî da: Demildest rê li ber rijandina xwînê bigirin

.

A+A-

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê rewşa Kerkûkê de got, “Demildest rê li ber rijandina xwînê bigirin û dawî li rewşa heyî bînin.”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û dilgiraniya xwe ya li hemberî êrişên li Kerkûkê nîşan da.

Alîgirên Heşdî Şeibiyê yên ku ji Ereb û Tirkmenan pêk tên, li dijî radestkirina baregehên PDKyê ji roja 28ê Tebaxê ve, rêya Kerkûk-Hewlêrê girt.

Kurdên li Kerkûkê li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.

Bafil Talebanî diyar kir ku di encamên êrişên hêzên Îraqî de şehîd û birîndar hene û got:

“Em ji ber bûyerên nexwestî yên li Kerkûkê û şehîdkirina xortekî Kurd û birîndarkirina gelek kesên din dilgiran in.

Em hemû hewldan û armancên wêranker ên ji bo têkbirina biratî û jiyana hevbeş a li Kerkûkê bi tundî şermezar dikin.

Divê di demeke kurt de berpirsên ji şehîd û birîndarkirina zarokên me bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.”

Bafil Talebanî tekez kir ku xelkê Kerkûkê hêjayî rêzdarî û xizmeteke girîng e û wiha pê de çû:

“Ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bibin qurbaniyên destkeftiyên taybet.

Em bi tundî li dijî vê siyaseta xerab û neheq in û qebûl nakin ku xwîna ciwanên me li ser navê hestê neteweyî bê rijandin û bi qeder û canê wan were lîstin.”

Talebanî bang li hemû aliyên pêwendîdar bi taybetî Hikûmeta Îraqê kir ku demildest rê li ber rijandina xwînê bigirin û dawî li rewşa heyî bînin û got:

“Herwiha em daxwaza bilezkirina asayîkirina rewşa Kerkûkê dikin û em hişyariyê didin ku berdewamiya rewşê bi vî awayî nayê qebûlkirin.

Lewma em bangî hemû aliyan dikin ku bi berpirsyariya herî mezin bi rewşê re rûbirû bin û rê li ber fîtne û parçebûnê bigirin.

Pêwîst e her kes hevkarî û hevahengiyê ji bo bidawîanîna vê rewşê û parastina aştî û biratiyê ya di navbera hemû netewe û pêkhateyan de li Kerkûkê bike.”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî herwiha sersaxî ji malbata Hawkar Ebdullah re xwest û got:

“Bila ruhê şehîd Hawkar rihet be û ji malbata wî ya serbilind re sersaxiyê dixwazim.

Ez ji Xwedayê mezin sebrê ji hemû aliyan re dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin