Bafil Talebanî: Divê li Sûriyeyê otonomiyeke Kurdan hebe

Bafil Talebanî: Divê li Sûriyeyê otonomiyeke Kurdan hebe

.

A+A-

 Bafil Talebanî di axaftineke xwe ya di Foruma salane ya MERIyê de anî ziman, “Divê li Sûriyeyê otonomiyeke Kurdan hebe.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî parastina modeleke otonomiyê kir ku mafên Kurdan li Sûriyeyê nas bike û ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî peyamên geşbîn dan.

Foruma salane ya MERIyê ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora wê ya medyayî ye, li Hewlêrê dest pê kir û dê 2 rojan bidome.

Di forumê de, serkirdeyên ji Îraq û Herêma Kurdistanê, siyasetmedarên navneteweyî, berpirsên herêmî û akademîsyen li ser mijarên girîng ên siyasî û ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn gotûbêjan dikin.

Bafil Talebaniyê ku beşdarî paneleke bi navê “Hêrs û Alozî: Herêma Kurdistanê di Dîmenê Guherbar ê Îraqê de” bû li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, bûyerên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxandin kirin.

Girîngiya diyaloga bi Şamê re û mafên Kurdan

Bafil Talebanî derbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, kêmbûna aloziya li Helebê bi erênî nirxand û hewlên Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û navbeynkarên Fransî pesend kir.

Talebanî tekezî li ser pêwîstiya “diyalogeke guncav” di navbera Şam û Qamişloyê de kir.

Talebanî li ser pirseke derbarê paşeroja pêwendiyên HSD û Şamê got:

“Eger hêviyên Şamê yên ji Hêzên Sûriya Demokratîk realîst bin û eger Şam karibe bi sebir be, ez geşbîn im ku ew dikarin bi hev re bixebitin.

Eger daxwazên ne realîst hebin, ez bawer nakim HSD wan bi cih bîne û ez wan teşwîq jî nakim ku wiha bikin.”

Serokê YNKyê li ser pirsa “Daxwazên guncav çi ne?” da zanîn:

“Daxwazên guncav ew in ku li deverên Kurdan cureyeke ji otonomiyê hebe.

Çi ev di asta parêzgehan de be, çi tiştekî mîna wê be, ziman bê naskirin, çand bê naskirin û parastin.

Her wiha, divê cureyeke ji dezgeha ewlehiyê hebe ku wan biparêze û em wekî Kurd karibin wê qebûl bikin û bi awayekî me tevlî dezgehên îstixbaratî û leşkerî bike. Ev daxwazên guncav in.”

“Modela Îraqê dikare ji Sûriyeyê re bibe nexşerê”

Bafil Talebanî parastina projeyeke niştimanî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re kir û got ku modela federal a li Îraqê, bi hinek guhertinên pêwîst, ji Sûriyeyê re nexşerêyeke guncav e û got:

“Sûriye, wekî Îraqê, pirreng e. Modela Îraqê, bi hinek guhertinên biçûk, yekane rêya rastîn a ji bo paşerojê ye.”

Li Sûriyeyê, ji bilî misogerkirina mafên gelê Sûriyeyê, ti berjewendiyên me yên din nînin.”

Talebanî bangî hêzên Kurdî kir ku bi awayekî çalak bi Şamê re bixebitin û li dijî îzolasyona siyasî bi vê metaforê hişyarî da:

“Trênek heye û diçe, dibe ku rêhesin ne saxlem be lê trên diçe. Pêwîst e em di wê trênê de bin.”

Nêrîna geşbîn ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Bafil Talebanî diyar kir ku ew derbarê pêvajoya çareseriyê jî geşbîn e û biryara Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo çekdanînê "bingeha hewlên aştiyê" ye û piştgiriya YNKyê ya ji bo çareseriyeke aştiyane ya ku mafên Kurdan û aramiya herêmê hevseng dike, ducare kir.

Peyama yekîtiya navxwe û rewşa Silêmaniyê

Talebanî di panelê de behsa mijarên navxwe jî kir û îdiayên dubendiyên di nav YNKyê de red kir û got:

“YNK niha ji her demê yekgirtîtir e. Piştî hatina serokatiya nû, dengên me bi awayekî berbiçav zêde bûn.”

Bafil Talebanî derbarê dilgiraniyên li ser desteserkirina kesayetiyên mixalif ên li Silêmaniyê, bi taybetî pismamê wî û Hevserokê berê yê YNKyê Lahur Şêx Cengî anî ziman:

“Xwedîbûna partiyeke siyasî nayê wateya ku mertalê te heye.

Li dijî Lahur û koma wî gelek delîl hene, telefon, hard dîsk, dron, çek, nasname.

Bûyîna serokekî siyasî te naxe ser hiqûqê.”

Hevpariya bi PDKyê re

Bafil Talebanî bal kişand ser derengketina avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û tekezî li ser girîngiya hikûmeteke koalîsyonê ya "berfireh û bibandor" kir û got:

“Ti partiyan di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de serkeftineke mitleq bi dest nexist.

Ev tê wateya ku divê em tifaqan ava bikin.

Pirs ev e, hûn çavdêrekî dixwazin, yan hevparekî?

Eger hûn hevparekî dixwazin, bi me re bibin hevpar.”

Serokê YNKyê destnîşan kir ku hevpariya dîrokî ya di navbera YNK û PDKyê de, ji têkbirina DAIŞ û El-Qaîdeyê bigire heta nivîsandina destûra Îraqê, serkeftinên mezin in.

Pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê

Bafil Talebanî derbarê pêwendiyên Bexda-Hewlêrê da zanîn:

“Bila em dev ji îmzekirina belgeyên ku em dizanin dê bi ser nekevin berdin.

Bila diyalogeke me ya rastîn hebe û em li ser tiştên ku bi rastî em dikarin bikin li hev bikin.”

Talebanî kêfxweşiya xwe ji atmosfera erênî ya dawî ya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de anî ziman û got ku destpêkirina hinardekirina petrolê û dayîna meaşan "atmosfereke baş" afirandiye û divê ev ji bo hevkariyeke zêdetir were bikaranîn.

Rola Îranê

Talebanî li ser rola Îranê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê û îdiayên ku Tehran lawaz bûye red kir û wiha axivî:

“Belê, Hizbullah û Hemas lawaz bûne lê ev nayê wateya ku Îran lawaz bûye.

Saziyên wê, her çend xwedî karakterekî olî bin jî, îsbat kirine ku di bin zexteke mezin de xweragir in.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin