Bafil Talebanî: Divê hikûmet beriya hilbijartinên Îraqê were avakirin

Bafil Talebanî: Divê hikûmet beriya hilbijartinên Îraqê were avakirin

.

A+A-

 Serokê YNKyê Bafil Talebanî li ser avakirina Hikûmeta Herêna Kurdistanê got, “Hemû hewlên me di wî alî de ne ku em hikûmeta nû beriya hilbijartinên Îraqê ava bikin.”

Talebanî li ser mijara mûçeyan jî got, “Ev tişta ku pêk hat berhema hewl û yekrêziya nav mala Kurd bû.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Debaxanê Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem pêşwazî kir.

Bafil Talebanê derbarê civîna ku Endama Mekteba Siyasî ya YNKyê Dr. Ciwan Îhsan tê de amade bû daxuyaniyek belav kir.

Di civînê de guherînên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya diyalogeke avaker a di navbera hemû aliyan de ji bo derbaskirina astengiyan û parastina aramiya welat hat kirin.

Mijareke din a hevdîtînê rêkeftina di navbera Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê bû.

"Berhema hewl û yekrêziya nav mala Kurdan bû"

Li gorî daxuyaniyê. di civînê tekezî li ser pabendbûna bi destûr û yasayên berkar ji bo çareserkirina vê pirsê hat kirin û Bafil Talebanî gotiye:

"Ev tişta ku pêk hat berhema hewl û yekrêziya nav mala Kurdan bû.

Ji ber vê yekê YNK bi xîret dixebite ji bo amadekirina zemîneya pêkvejiyanê û parastina hevparî û şirîkatiyeke rastîn ku bingeha wê parastina mafê hemûyan be, bi taybetî jî yê xelkê Kurdistanê da ku êdî nebin qurbanî û me ev yek wekî erka xwe dît."

"Divê hikûmeta nû beriya hilbijartinên Îraqê were avakirin"

Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, Serokê YNKyê Bafil Talebanî got:

"Hemû hewlên me di wî alî de ne ku hikûmeta nû beriya hilbijartinên Îraqê were avakirin.

Ji bo vê yekê em ji bo gihîştina hikûmeteke bihêz û xizmetguzar ku bibe sedema bihêzkirina herêma me û zêdetir xizmetkirina xelkê di nava hewldanan de ne.

Û em piştrast in ku em dê di vî erkî de ji bo berjewendiya giştî bi ser bikevin.”

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem jî bi piştgirî da li hewl û rola Bafil Talebanî û YNKyê ya ji bo nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêka mûçeyan û piştgiriya welatê xwe ji bo parastina diyaloga niştimanî ya di navbera aliyan de anî ziman.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin