Bafil Talebanî: Di nav YNKê de guhertinên bingehîn di rê de ne

Bafil Talebanî: Di nav YNKê de guhertinên bingehîn di rê de ne

.

A+A-

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro li gel Balyoza Awustralyayê ya li Iraqê Paula Ganly civiya û ragihand, “di nav YNKê de guhertinên bingehîn di rê de ne” û ew dê giringî bi şiyan û hêza ciwana bidin û wan bînin pêş.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Hevserokê YNKê, Bafil Talebanî di vê civînê de amaje bi pêwîstiya pêşxistina peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Awustralyayê de kiriye, bi awayekê ku xizmeta berjewendiyn giştî bike bi taybet di warê aborî û weberhênanê de sermayedar û karsaz bên handan ku li Herêma Kurdistanê bi sermayeyên xwe weberhênan bikin û alîkar bin ji bo xurtkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê.

Derbarê pirsên siyasî û qonaxa piştî hilbijartinan û egera pêkanîna hikûmeta Iraqê ya nû û beşdariya Kurd de, jî Bafil Talebanî diyar kir, “di rewşa siyasî ya Iraqê de istiqrar tune ye, milmilaniyên herêmî û navçeyê bandora wan a rasterast heye li ser istiqrara siyasî û paşeroja wê hikûmeta ku dê bê pêkanîn, lewra yekane rê û çareser bo gihîştina bi hikûmetekê ku bibe sedema aramî û razîbûna hemû aliyan, pêkanîna hikûemta şirîkatî û lihevkirî li ser bingeha xizmetkirinê û bernameya reformê û guhertina bingehîn di rêvebirinê de ye, çimku ev rêya dirist e jibo istiqrara siyasî, aborî, emnî û civakî jî.”

Di beşeke din a axaftinên xwe de, Hevserokê YNKê têkildarî erkên rêxistinî û rastkirina rêbaza partiya xwe ragihand, “YNK ber bi guhertinên bingehîn ve diçe û li gor rêziknameyê û hevaltiyê, em dê karên xwe rêk bixin û zêdetir giringî bi şiyan û hêza ciwanan bidin û em dê wan bînin pêş, em dê kadroyan jî li ser bingeha rewşenbîrî û fikrî perwerde bikin û em dê jiyana xwe ya siyasî bi temamî genc bikin.”

Bafil Talebanî amaje bi wê yekê kir ku ew wek YNK hewla çêkirina “yekdengiya niştimanî ya Kurd” didin, “li ser bingeha netewî daku em bikarin wek hêzeke yekgirtî li navendê berevaniyê li mafên xwe bikin û beşdarek rasteqîn bin di biryar û îdarekirina Iraqê de û dawî bi siyaseta xwesepandin û tundiyê bînin û nakokiyên xwe li ser bingeha Destûra Bingehîn çareser bikin, ku ev niyet jî tenê bi yekgirtîbûna hêz û aliyên siyasî yên Kurdê dê pêk were.”

Li gor daxuyaniyê, di civînê de Hevserokê YNKê û Balyoza Awustralyayê herwiha çendîn mijarên din gotûbêj kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin