Bafil Talebanî derbarê êrişa balafirgeha li Silêmaniyê de daxuyaniyek da

Bafil Talebanî derbarê êrişa balafirgeha li Silêmaniyê de daxuyaniyek da

.

A+A-

Serokê Giştî yê YNKyê Bafil Talebanî êrişa li balafirgeha li navçeya Erbetê ya Silêmaniyê bi zimanekî tund şermezar kir.

Bafil Talebanî got ku armanca vê yekê têkbirina aramiya Herêma Kurdistanê ye.

Talebanî bangî Hikûmeta Îraqê kir ku erkê xwe yê destûrî û neteweyî ji bo parastina axa Kurdistanê bi cih bîne.

Îro piştî nîvro saet 14:05an li balafirgeha çandiniyê ya navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqîneke bihêz rû da.

Rêveberê Nahiyeya Erbetê Daban Mihamed ji Rûdawê re ragihand ku bi dronan êrişî balafirgehê hatiye kirin.

Di êrişê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmerge şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser êrişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Bafil Talebanî êrişa li balafirgehê bi awayekî tund şermezar kir û wiha got:

“Ev çalakî binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.

Ev li Silêmaniyê parçeyekî komployê ye ku armanc dike aştî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe.”

Herwiha Talebanî diyar kir erkê hemû partiyê siyasî yên herêmê ye ku li dijî van gef û pirsgirêkên ewlehiyê têbikoşin û Kurdistanê ji dijminan biparêzin.

Talebanî ji malbatên kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest daye re sersaxî xwest û wiha berdewam kir:

“Em bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku erkê xwe yê destûrî û neteweyî ji bo parastina xak û esmanê Îraqê, Kurdistan jî di nav de, bi cih bîne û van binpêkirinan rawestîne.”

Serokê YNKyê bangî hemû derdorên dost û hêzên navneteweyî jî kir ku li hemberî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin û wiha pê de çû:

“Ew Kurdên ku di van salên dawiyê de li eniyên herî pêş ên têkoşîna li dijî terorê bûn û berdêlên mezin dane, nikarin bibin hedefa van kiryarên terorîstî.”

Balafirgeha Erbetê ku ji bo xebatên çandinî û perwerdehiyê tê bikaranîn, sala 2005an hatiye çêkirin.

Balafirgehê di sala 2007an de sertîfîkaya destûrdana dermankirina çandiniyê wergirt.

Di sala 2017an de bi awayê fermî wekî sêyemîn balafirgeha Herêma Kurdistanê û heftemîn balafirgeha Îraqê hat naskirin.

Qubad Talebanî: Ti hinceta êrişên bi vî rengî nîne

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî diyar kir ku Pêşmergeyên li balafirgehê di çarçoveya perwerdeya rojane de bûne armanca dronan.

Qubad Talebanê got ku ev binpêkirineke nû ya serweriya Îraqê ye.

Qubad Talebanî tekez kir ku ji bo êrişên bi vî rengî dubare nebin tiştê ku dikeve ser milê Hikûmeta Îraqê divê bi cih bîne.

Herwiha Qubad Talebanî daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku lêkolîneke berfireh bikin da ku hemû rastiyan eşkere bikin û bi raya giştî ya gelê Kurd re parve bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin