Asayîşa Rojava: Li Reqayê 8 DAIŞî tevî çek û cebilxaneyan hatin girtin

Asayîşa Rojava: Li Reqayê 8 DAIŞî tevî çek û cebilxaneyan hatin girtin

.

A+A-

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) ragihand ku li Reqayê di encama operasyonekê de 8 DAIŞî hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemahengiya Hêzên Antîteror (HAT), berbanga 13ê Îlonê operasyonek ewlehiyê li bajarê Reqayê li dar xist û hate diyarkirin ku di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞê ku ji 8 kesan pêk dihat hat girtin û miqdarek çek û cebilxaneyên bi wan re hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, şaneyê plana êrîşan li dijî ewlehî û istiqrara herêmê dikir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê operaasyonên li dijî komên çeteyan bidomîn û bang li xelkê hate kirin, eger tevgerên biguman bibînin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin