Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin

Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin

.

A+A-

Birêveberiya Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku bazirganekî madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin.

Birêveberiya Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 4ê Gulanê li navçeya Raperînê ya Silêmaniyê Asayîşa Herêma Kurdistanê di operasyoneke hevpar a bi Birêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir û Asayîşa Neweyî ya Îraqê re baronekî madeyên hişbirê ê navneteweyî hatiye girtin.

Herwiha di operasyonê 3,5 kîlogram madeyên hişbir û gelek çek hatine bidestxistin.

Li gorî daxuyaniyê, gumanbar di navbera Sûriye û Îraqê de bazirganiya madeyên hişber kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gumanbar beriya niha jî çend caran bi hêzên ewlehiyê yên ku ji bo girtina wî çûne re pev çûye û karibiye bireve.

Li gorî daxuyaniyê, bazirganê madeyên hişbir hefteya borî madeyên hişbir şandiye Bexdayê û operasyon li ser vê yekê hatiye destpêkirin.

Par li seranserê Îraqê zêdetirî 19 hezar kes bi tometa madeyên hişbir hatin girtin û zêdetirî 15 ton madeyên hişbir hatin bidestxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin