
Asayişa Helebê: Me bersiva êrişeke çekdarên hikûmeta Şamê da
.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê ragihand ku hêzên wan bersiva êrişeke komên çekdar ên ser bi hikûmeta Şamê ve da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encamê de 3 êrişkar birîndar bûne û droneke wan jî hatiye xistin.
"Êriş li dijî xaleke ewlehiyê pêk hat"
Di daxuyaniya ku îro hat belavkirin de, hat gotin:
"Di çarçoveya mafê parastina rewa de, hêzên me yên ewlehiya naxwe, êvara îro bersiva êrişeke ku ji aliyê komên serberdayî yên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê ve li dijî yek ji xalên me yên ewlehiyê li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatibû kirin, da."
"Dronek hat xistin"
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin:
"Hêzên me rasterast bersiv da hewldana êrişê ku di encamê de sê endamên komên êrişkar birîndar bûn û her wiha droneke ku di êrişê de dihat bikaranîn, hat xistin."
"Em dê parastina gelê xwe bidomînin"
Fermandariyê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir:
"Em wekî Hêzên Ewlehiya Navxwe tekez dikin ku em dê li ser pêkanîna erkê xwe yê parastina gelê xwe, parastina ewlehî û aramiya herêmê û bersivdana hemû hewldanên ku aştiya civakî dikin hedef berdewam bin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin