
Aryenê Kurd bû şampiyonê Olîmpiyadan
.
A+A-
Aryen Selîmiyê ji Rojhilatê Kurdistanê li Parisê bû şampiyon û madalyaya zêrîn stand.
Aryen Selîmî doh li Olîmpiyadên Paris 2024ê di beşa tekvandoyê de derket pêşberî Caden Cunninghamê ji Brîtanyayê.
Aryen li pêşberî Caden Cunningham 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Paris 2024ê.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi rêya hesabê xwe yê Xê Aryen pîroz kir û hêvî kir ku serkeftinên wî bidomin.
Aryen li Lîstikên Asya 2024ê madalyaya zêrîn li Lîstikên Asya 2022yê madalyaya zîvîn standibû
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin