Artêşa Tirkiyê gundekî Zirganê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê gundekî Zirganê topbaran kir

.

A+A-

Topxaneya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayê Enqerê, Gundê Esdiyê yê li bakurê bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran kir û bi wê topbarê 5 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li gor zanyariyên xwecihî yên ji nahiya Zirgan li gundewarê Serê Kaniyê û Til Temir, îro Pênşemê 7ê Nîsana 2022yan serê sibê zûr artêşa Tirkiyê Gundê Esdiyê yê bajarokê Zirganê topbaran kir.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku 5 kes ji malbatekê birîndar bûn û ziyaneke mezin gihiştiye mal û milkên welatiyan.

Navên birîndar wiha ne: Mehmûd El Zahîr (42), Berai Mehmûd El Zahîr (16 ), Nercês Mehmûd El Zahîr (15) û Şefaq Mehmûd El Zahîr( 9 ) û xizmê heman malbatê Înas Îsmaîl El Xelef (17).

Ev çend roj in Tirkiyê û grûpên çekdar bi top û dronan êrîşî nahiyeya Zirgan û gundewarê wê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin