ARTÊŞA TIRKIYÊ ÇIYAYÊ METÎNA'YÊ BOMBEBARAN DIKE

ARTÊŞA TIRKIYÊ ÇIYAYÊ METÎNA'YÊ BOMBEBARAN DIKE

.

A+A-

Helîkopterên Artêşa Tirkiyê Çiyayê Metîna'yê yê navçeya Dêrelûk'ê ya Amêdiyê bombebaran dike.

Artêşa Tirkiyê îro danê nîvro bi helîkopteran ve, Çiyayê Metînayê yê navçeya Dêrelûka Amêdiyê bombebaran kirin.

Nûçegihanê KANAL8'ê da zanîn helîkopteran bi dijwarî herêm bombebaran kirine û piştî bombebaranê vekişiyane.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser banga Abdullah Ocalan di kongreya xwe ya 12'emîn de biryara xwehilweşandin û çekdanînê da û komeke ji 30 endamên PKK'ê pêk dihat di 11'ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi merasîmekê ve çekên xwe şewitandin.

Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Parlamentoya Tirkiyê komîsyoneke bi navê 'Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' hatiye avakirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin