Artêşa Îsraîlê: Me Fermandarê Giştî yê Hizbulahê kuşt

Artêşa Îsraîlê: Me Fermandarê Giştî yê Hizbulahê kuşt

.

A+A-

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di bombebaranekê de li başûrê Libnanê Fermandarê Giştî yê Hizbulahê hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku êvara îro di bombebaranekê wan de li başûrê Beyrûtê Fermandarê Giştî yê Hizbulahê Heysem Tebatebayî hatiye kuştin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di encama bombebaranê de 5 kes hatin kuştin û 28 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê Hikûmeta Îsraîlê Shosh Pedrosian piştî bombebaranê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:

"Artêşa Îsraîlê li dilê Beyrûtê êrişî Fermandarê Giştî yê Hizbulahê kir ku serkêşiya bihêzkirin û çekdarkirina terorîstên rêxistina xwe dikir.

Bombebaran bi fermana Serokwezîr Netanyahu û di bin rênîşandana Wezîrê Parastinê û Sererkanê Artêşa Îsraîlê de pêk hat."

"Em dê bi berdewamî rê li ber Hizbulahê bigirin"

Hikûmeta Libnanê jî bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişan destwerdanê bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê berdewamiya operasyon û êrişên li Hizbulaha Libnanê ragihand:

"Artêşa Îsraîlê êrişî Libnanê kir û em dê li ser kirina her karê pêwîst berdewam bikin ji bo rêgirtina li wê yekê ku Hizbulah şiyana gefên li dijî me ji nû ve ava bike. Ev heman ew kar e ku em li Kerta Xezeyê jî dikin."

Piştî şerekî du salan, Çiriya Paşîn a borî Hizbulah û Îsraîlê agirbest ragihandibû.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, piştî îmzekirina agirbestê Îsraîlê bi sedan caran ew welat bombebaran kiriye û zêdetirî 330 kesan canê xwe ji dest daye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin