
Artêşa Îraqê gefan li cotyarên Kurd dike
.
Zêdetirî 300 hezar donemên erdên çandinê yên Kurd û Tirkmenan ku li derveyî plana çandinê ne, biryar hatiye dan ku berhemên wan bi bihayê ku ji hêla hikûmetê ve tê piştgirîkirin bên wergirtin, ku ji bo her toneka genimî 850 hezar dînar hatine diyarkirin.
Ji 25ê meha borî ve, biryar hatiye dan ku genim û dexlên cotyaran li Kerkûkê bên wergirtin, û yên li derveyî plana çandinê ne jî, bi eynî awayî û bi bihayên ku ji hêla hikûmetê ve têne piştgirîkirin bên wergirtin.
Parêzgerê Kerkûkê Rêbwar Taha di konfranseke rojnamevanî de got, “Me pirsgirêka wan cotyaran çareser kir ên ku, nekarîn genimê xwe radest bikin û bi bihayên ku ji hêla hikûmetê ve têne piştgirîkirin bifiroşin.”
Rê li cotyarên Kurd hat girtin ku erdên xwe bi kar bînin û wan bi zorî bizav kir ku tovî biavêjin zeviyên xwe, ji ber ku her tim ji aliyê artêşê û Erebên hawirdekirî ve gef li wan dihatin kirin. Niha jî artêş nahêle ku ew berhemên xwe bidirûn. Ji bo cotyaran yekane çareserî bicîhanîna madeya 140 a destûra Îraqê ye.
Satih Nasih, ku cotkarekî Kurd ê Kerkukê ye, ji Kurdistan24ê re got, “Me çi desthilat nîne, ew li vî bajarî xwedî hêz û desthilat in û hêza wan a serbazî heye. Tiştê ku me heye tapoyeke reş e û em xwe xwediyên rewa yên wan erdan dibînin.”
Hikûmet her toneke genimê ku tê piştgirîkirin bi 850 hezar dînaran distîne, lê bihayê wê li bazara reş tenê 450 hezar dînar in.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin