Arif Qurbanî: Tûfana Eqsayê Tehranê dike armanca Îsraîlê

Arif Qurbanî: Tûfana Eqsayê Tehranê dike armanca Îsraîlê

.

A+A-

Arif Qurbanî

Êrişa neçaverêkirî ya Tevgera Hemasê ya serê sibeha 7ê Çiriya Pêşînê ya dijî Îsraîlê, ji gelek hêlan ve divê meriv li ber wê bisekine û helwesta xwe nîşan bide. Ev bûyer dê di dîroka şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistîniyan de, mîna şokekê derbasî dîrokê bibe. Ji ber ku di tevahiya sê çaryeka sedsala borî de, ango ji avakirina Dewleta Îsraîlê û heya vêga, Îsraîlê qet bûyereke wiha nedîtiye.

Cara yekem e ku Îsraîl rastî êrişeke wiha dijwar a bejayî û esmanî tê. Di nava kêmtirî nîv demjimêrê de, pênc hezar mûşek ber bi baregeh, navendên leşkerî û yekîneyên wê yên niştecîbûnê ve hatin avêtin. Di rojeke tenê de, hejmara kuştiyên Îsraîlê giha nêzî 300 kesî, bi hezaran kes birîndar bûn û bi dehan leşker û efserên wê ketin nav lepên çekdarên Filistînî!

Karîn û taktîka leşkerî ya Hemasê di vê êrişa wê ya ji nişka û neçaverêkirî ya li ser Îsraîlê de, cihê pûnijînê ne. Berê, ne hêzên Filistînî û ne jî dewletên Erebî yên ku li dijî Îsraîlê şer kir, nekarîn kulmeke bi vî rengî li Îsraîlê bidin lê ev şiyan, taktîk û geşbûna bilez a Hemasê çiqasî cihê matmayînê ye, li beranberî wê sistî, qelsiya zanyarî û şiyana parastina bejayî û esmanî ya Îsraîlê jî bi heman awayî cihê şik û pirsînê ye.

Di şert û merc û serdemeke wekî niha ya pêşkeftina alavên agahî û teknolojiya leşkerî û sîxurî de, zehmet e meriv bawer bike ku Îsraîl li deriyê herî nêzîkî laşê xwe bi vî rengî ji xweçekdarkirin, perwerde û rahênanên Tevgera Hemasê bê hay bû! Nemaze ku şiyana Hemasê gihaşte astekê ku di nava çend xulekan de pênc hezar roketan berde Îsraîlê.

Ne ku saziya sîxuriyê ya dewleteke fena Îsraîlê, tew welatiyekî asayî jî vêga dikare bi rêya kameraya çavdêriyê ya li ser ekrana telefona xwe ya destan, çavnêriya mala xwe yan jî dikana xwe bike!

Îcar çi lojîkek teqez dike ku Îsraîla ku xwediya satelîta xwe ya taybet a çavdêriyê ye, xwediya bihêztirîn saziya sîxuriyê ye ku rol û bandora wê li ser tevaya welatên cîhanê heye, Amerîka û navendên îstixbaratê yên nîvê welatên cîhanê zanyariyên sîxuriyê bi Îsraîlê re pev diguhêrin, çawa haya wê jê nebû ku Tevgera Hemasê bi hezaran Katyûşa û mûşekên dûravêj bi dest xistine, xwe perwerde kiriye, rahênan kiriye û xwe amade kiriye da ku li Îsraîlê bide!

Pir dijwar e meriv bawer bike ku ti agahî û zanyariyeke pêşwext a Îsraîlê nebû lê ya hê dijwartir jî ew e ku meriv bibêje ku Îsraîlê çavê xwe jê girtiye da Hemas di avêtina derbeke wiha de insyatîfê bike çimkî pêdiviya Îsraîlê bi peydakirina bingeha şerekî heye ku dê encamên wê di siberojê de derkevin holê.

Dibe ku ji bo hin welatan ev tişt heya radeyekê çaverêkirî be wekî ku heya niha jî gelek kes ji bûyera 11ê Îlonê bi guman in û di wê baweriyê de ne ku pêdiviya Amerîkayê bi encama wê hebû lê ji bo gel û desthilateke dezgehdar a mîna Dewleta Îsraîlê ev tişt pir zehmet û dûrîaqil e, ji ber ku ti serkirde û siyasetvanek nikare sazişeke bi vî rengî bi gelê Îsraîlê bike lê heke karekî wiha seba armanceke girêdayî man û nemana Îsraîlê be, wê demê her tişt dikare were kirin.

Tişta ku qewimî, heke feqa Îsraîlê ji bo Hemasê û yên ku çekan didin Hemasê be yan jî bi rastî Îsraîl li vê radeyê ji tiştên ku li derdora wê diqewime bêhay e, encam heman e. Ew jî ew e ku karvedana Îsraîlê dê tenê bi wê yekê raneweste ku êrişî Tevgera Hemasê li devera Xezayê bike lê dê bagerê bibe û li dereke din bilûsîne.

Ger Îsraîlê çavê xwe jê girtibe ku ew destpêşxerî ji hêla Hemasê ve were kirin ji bo destpêkirina Tûfana Eqsayê (wekî ku Hemasê nav lê danî), wê demê bê guman Îsraîl ev ne tenê ji bo ku wekî karvedan û bersivdanê êrişî Hemasê bike pêk aniye, ji ber ku ji bo êrişkirina Hemasê pêwîstiya Îsraîlê bi çêkirina senaryoyan nîne.

Ne gelê Îsraîlê û ne jî hêzên neyar û dijberên Îsraîlê ne dijî wê yekê ne ku Îsraîl zext û guvaşên xwe yên li ser Filistîniyan bi giştî û Hemasê bi taybetî zêdetir bike. Ango heke senaryo be, ji bo Îranê ye, ji ber ku niha ji bilî Îranê ti dewleteke din piştevaniya tevgerên çekdar ên Filistînê nake.

Heger ne senaryo be û karîn, taktîk û çavkaniyên hêza Tevgera Hemasê gihaştibin astekê ku bikare di rojekê de, derbeke wisa mezin li Îsraîlê bide, bê guman Îsraîl dê li çavkaniya piştgirî û çekdarkirina Hemasê ango li Îranê bide. Ji ber ku Îsraîl û cîhan tev dizanin ku çavkaniya mûşek, çek û cebilxaneyên şer ku Hemas dikare bi xêra wan şer bi Îsraîlê re bike, li Îranê bi xwe ye.

Tewra heke li hundirê navçeya Xezayê jî werin çêkirin û berhemanîn, ji hêla pispor û şehrezayên Îranî ve tên dirustkirin. Îsraîl jî wekî Îranê ye: Her tim dixwaze pirsgirêk û qeyranan ji nav xwe dûr bixe û bibe cihên din.

Loma egereke vekirî û çaverêkirî heye ku karvedan û bersiva Îsraîlê dê bi tenê li devera Xezayê û li ber Hemasê nesekine lê Tehran dê bibe armanca Îsraîlê. Ev ji bilî ku Amerîka û Îsraîl li ser wê yekê hevbîr in ku divê destûr neyê dayîn ku Îran bibe xwediya çekên atomî. Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî û gelek navendên girîng ên agahî û îstixbaratê jî teqez dikin ku Îran gihiştiye nêzî qonaxên dawî yên bidestxistina çekên atomî. Loma, li vê gorê, ne dûr e ku ev bûyerên niha yên li Îsraîlê, destpêka lêdana navendên atomî yên Îranê bin.

Pêkenokeke naskirî li bal me heye: Dibêjin du keçên mêrikekî hebûn. Yek ji zavayên wî li navçeya germiyanan û yê dîtir jî li devera zozanan bû. Mêrik çû dîtina keçên xwe. Zavayê wî yê li devera zozanan dikir nalîn û zarîn ku heke baran bibare dê seqem û serma ziyaneke mezin bigihînin dexlûdan û sewalê wî. Zavayê wî yê li navçeya germiyanan jî dikir nalîn û zarîn ku heger baran nebare dê dewar û berhemên wî yên çandiniyê ji nav herin. Mêrik gotibû, baran bibare yan nebare dê zavayek ji zavayên min g… bixwe! Divê em jî li bendê bin ku di vê bûyera Îsraîlê de, Tehran dê heman tiştî bixwe!

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin