
Aras Celal: 800 Kurdên Êzidî di girtîgehên Îdlibê de ne
.
Berdevkê Rêxistina Bipêşxistina Mafên Mirovan a Navneteweyi Aras Celal got, "Heta îro nêzîkî 800 Kurdên Êzidî di zîndanên desthilata Heyeta Tehrîr El Şamê de li Îdlibê mane."
Aras Celal got ku zêdetirî 5 hezar Kurd li Efrîn, Serê Kaniyê û Dêrezorê hatine zîndankirin.
Çalakvanê Mafên Mirovan Aras Celal ji Beyrûta paytexta Libnanê bû mêvanê Bultena Rojavayê Kurdistanê û behsa çarenivîsa bi hezaran Kurdên Êzidî û welatiyên din ên Rojavayê Kurdistanê kir.
Aras Celal got, "Heta îro çarenivîsa 2 hezar û 150 Kurdên Rojavayê ne diyar e ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin."
Berdevkê Rêxistina Bipêşxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî di berdewamiyê jî de got:
“Ewên ku ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê hatine desteserkirin, 5 hezar û 400 welatiyên sivîl ên Kurd in, di nav wan de 275 jin û 250 zarok hene.
Ew kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine windakirin, piraniya wan li Heleb, Kobanî û Reqayê hatine desteserkirin.
Ew kesên ku ji aliyê komên çekdar ên din ve hatine desteserkirin jî xelkê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ne.”
"800 Kurdên Êzdî li Îdlibê di girtîgehan de ne"
Li gorî gotina Aras Celal heta îro zêdetirî 2 hezar Kurdên Êzidî winda ne, piraniya wan ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ve salên 2017-2019an de hatine desteserkirin û niha li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê di girtîgehan de ne.
Aras Celal di berdewamiyê jî de got, "Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, zîndanî hatin berdan lê zindan û zîndaniyên desthilata Heyeta Tehrîr El Şamê wekî xwe man.
Li gorî zanyariyên me zêdetirî 800 Êzidî di girtîgehên Îdlibê de ne."
Çalakvanê Mafên Mirovan Celal diyar kir ku her çend niha Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bûbe serokê giştî yê Sûriyeyê jî lê li Idlibê ti guherîna îdarî pêk nehatiye heman sîstem û grûpa çekdarî ya HTŞyê berdewam dike.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin