Annalena Baerbock bû Seroka KENYyê

Annalena Baerbock bû Seroka KENYyê

.

A+A-

Wezîra Derve ya berê ya Almanyayê Annalena Baerbock, wek seroka Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bo Lijneya 80êmîn hate hilbijartin.

Di dengdana lijneya giştî de, Baerbock ji bo serdema 2025-2026an bû Seroka KENYyê.

Baerbock, di dengdana ku li ser daxwaziya Rûsyayê bi awayekî girtî hate kirin de, ji 188 dengan, 167 deng wergirt û wekî serok hate hilbijartin.

Di dengdanê de, 14 welatan jî dengê bêalî bikar anî.

Annalena Baerbock a 44 salî ku ji Kanûna 2021ê heta Gulana 2025an Wezîra Derve ya Almanyayê bû, wê 9 Îlonê posta seroktiya KENYyê werbigre.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin