Ann Linde: Swêdê PKKê bi eşkere şermezar kiriye

Ann Linde: Swêdê PKKê bi eşkere şermezar kiriye

.

A+A-

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde diyar kir ku dîmenên li ser medyaya civakî tên belavkirin û tên îdiaakirin ku ew piştgiriyê didin PKKê, rastiyê nîşan nadin. Tê diyarkirin ku ev dîmen bi zanebûn hatine belavkirin ji bo ku Swêd tevlî NATOyê nebe.

Hat îdiakirin ku Swêd a ku Tirkiyeyê serlêdana endamtiya wê ya bo NATOyê asteng kir, bi hin dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne piştgirî da PKKê. Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê wan îdiayan de daxuyaniyek belav kir.

Linde di daxuyaniyê de dibêje “Peyam û dîmenên ku (li ser medyaya civakî) belav dibin, tê îdiakirin ku Swêd piştgiriya PKKê dike. Ev kampanyayeke bi zanebûn û xerab ya bi bandor e. Swêdê PKKê ku rêxistina terorê yê bi eşkere şermezar kir, û Swêd hemû şêweyên terorîzmê şermezar dike.”

Herwiha Ann Linde daxuyaniya Wezareta Derve ya Swêdê ya di derbarê mijarê de jî parve kir.

Wezareta Derve ya Swêdê di daxuyaniy wiha dibêje “Peyam û wêneyên ku sedemên me hene ku em bawer dikin li ser medyaya civakî têne belavkirin û manîpule kirin, tên îdiakirin ku Swêd piştgiriya PKKê dike. Tedbîrên pêwendîdar hatine girtin.

Ev kampanyayeke bi zanebûn û xerab ya bi bandor e ku armanca wê eşkere ye ku rê li ber ketina Swêdê ya NATOyê bigire.

Swêdê PKKê ku rêxistina terorê yê bi eşkere şermezar kir, û Swêd hemû şêweyên terorîzmê şermezar dike.

Wezîra Derve Ann Linde ti carî piştgirî nedaye PKKê û bi tundî vîdyoya manîpulekirî û PKKê red dike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin