Amerîkayê li ser rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyanî da

Amerîkayê li ser rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyanî da

.

A+A-

 Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de kêfxweşiya xwe ya li ser rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo destpêkirina hinartina petrolê bi rêya kompanyaya SOMOyê anî ziman û got, “Bi wê gavê, berjewendiya gelê Iraqê li pêş her tiştî hatiye danîn.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro Pêncşemê di civîneke rojnamevaniyê de got, “Em bi kêfxweşî pêşwazî li rêkeftina di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser hinartina petrolê bi rêya boriya Iraq û Tirkiyê dikin.”

Patel anî ziman ku ev, “Encama xebata cidî ya serkirdeyên Iraqê ye ku berjewendiyên welatiyên Iraqî di ser her tiştî re danîn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an bi şandekê re serdana Bexdayê kir û 11 rojan piştî rawestandina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ji ber biryara Dadgeha Navdewletî ya Parîsê bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Bexdayê re ji bo jinûve hinartina petrola Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kongreyeke rojnamevanî de ji Rûdawê re got, “Em ê sûdê ji vê rêkeftinê werbigirin ji bo qanûna neft û gazê. Prensîbên vê rêkeftinê di butçe û qanûna petrol û gazê de dê werin dîtin.”

Sûdanî jî her wiha di civîna çapemeniyê ya hevpar de anî ziman, “Li ser biryara Dadgeha Parîsê hinardekirina petrolê hatibû rawestandin. Rawestandina hinardekirina petrolê zirar da Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin