Amerîkayê karwaneke nû gihand Rojavayê Kurdistanê

Amerîkayê karwaneke nû gihand Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

Hate ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke din a leşkerî leşkerî û lojîstîkî şand Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên hevpeymaniyê îro 2yê Cotmehê danê sibehê karwaneke nû ya ku ji 15 barhilgiran pêk dihat û blokên çîmentoyê û amûrên giran ên kolandinê jî tê de bûn gihand Rojavayê Kurdistanê.

Hate diyarkirin ku ew karwan ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Welîdê derbasî baregeha Qesrikê ya li bakurê Hisîçayê bû.

SOHRê 29ê Îlonê jî ragihandibû ku karwaneke hevpeymaniyê ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Welîdê derbasî nav axa Sûriyeyê bûye. Ew karwana ku ji 25 barhilgiran pêk dihat û pêdiviyên leşkerî û lojîstîkî vediguhastin, berê xwe dabû baregeha Qesrikê ya Hisîçayê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin