Amerîkayê biryara bikaranîna hêzê ya li dijî Îraqê betal kir

Amerîkayê biryara bikaranîna hêzê ya li dijî Îraqê betal kir

.

A+A-

Senatoya Amerîkayê projeyasaya budceya parastinê ya welêt (NDAA) ya bi qasî 901 milyar dolarî pesend kir û ji bo îmzekirinê şand ber destê Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Di projeyasayê de xalek heye ku Destûra Bikaranîna Hêza Leşkerî (AUMF) a li dijî Îraqê betal dike.

Senatoya Amerîkayê îro bi 77 dengên erê û 20 dengên na budceya salane ya parastinê pesend kir.

Yek ji xalên herî girîng ên vê projeyasayê betalkirina bi fermî ya "Destûra Bikaranîna Hêza Leşkerî (AUMF)" ye ku salên 1991 û 2002yan ji bo Şerê Kendavê û Şerê Îraqê desthilat dabû hikûmeta Amerîkayê.

Wê biryarê rê dabû îdareya George W. Bush ku sala 2003yan êrişî Îraqê bike. Meclisa Nûneran (Kongreya Amerîkayê) jî meha îlonê deng li ser heman projebiryarê dabû.

"Îraqê pêşwazî lê kir"

Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand, "Em piştgiriyê didin dengdana dîrokî ya Kongreya Amerîkayê ya ji bo betalkirina destûra bikaranîna hêza leşkerî ya li dijî Îraqê.

Ew biryar nîşana guherîna nêrîna yasadanerên Amerîkayê ye."

Wezaretê her wiha diyar kir, "Ev gav xaleke sereke ye di guherîna xwezaya yasayî ya pêwendiyên navbera her du welatan de.

Em li bendê ne ku Donald Trump yasayê îmze bike."

Destûra 2001ê dimîne

Li gorî projeyasayê, Destûra Bikaranîna Hêza Leşkerî ya 2001ê (AUMF) ya ku piştî êrişên 11ê Îlonê hatibû derxistin û bûbû bingeha "şerê cîhanî yê li dijî terorê", wekî xwe dimîne û dê kar pê bê kirin.

Di bingeh de ev biryar ji bo bikaranîna hêzê bû "li dijî wî welatî, rêxistinê an kesên" ku plana êrişan danîbûn an alîkariya encamderan kiribûn.

Ev yek bûbû bingeha yasayî ya êrişa Amerîkayê ya li Efxanistanê bi armanca lêdana Rêxistina El Qaîde û hikûmeta Talîbanê.

Di maweyê du dehsalên borî de, îdareyên Amerîkayê yên li pey hev ev destûr ji bo rewakirina operasyonên leşkerî yên li dehan welatên cîhanê bi kar aniye.

Kongreyê destûra sala 2002yan beriya dagirkirina Îraqê ya Adara 2003yan pesend kiribû ku bûbû sedema rûxîna desthilata Sedam Husên.

Destûra sala 1991ê jî dema Şerê Kendavê hatibû pesendkirin.

Trump sala 2020î destûra sala 2002yan wekî beşek ji hinceta yasayî ya ji bo êrişeke asmanî bi kar anîbû ku tê de Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî li Bexdayê hatibû kuştin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin