
Amerîkayê 500 leşkerên xwe vekişandin û baregeha xwe teslîmî HSDyê kir
.
Li gorî medyaya Amerîkayê, Pentagonê nêzîkî 500 leşker ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişandine, du baregeh daxistine û yek jî radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, di hevpeyvîna xwe ya bi NTVyê ya Tirkiyeyê re de, girîngiya rola HSDyê ya wekî hevpeymaneke Amerîkayê xiste rojevê.
Her wiha Barrack amaje bi wê yekê kir ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî "berbiçav" kêm dikin û ji 8 baregehên leşkerî, tenê yek dê bimîne.
Barrack got, "HSD hevpeymana me ye. Ew piştgiriya ku ji bo HSDyê tê kirin, piştgiriyek e ku ji bo hevpeymanekê tê kirin. Ev faktoreke gelekî girîng e ji bo Kongreya me."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku berdewamiya piştgiriya Washingtonê ji bo HSDyê "ji bo Kongreyê girîng e."
Her wiha Barrack tekezî li girîngiya tevlîbûna HSDyê ya bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê kir û got:
"Tevlîbûna wan bi hikûmeteke nû ya Sûriyeyê re gelekî gelekî girîng e. Divê her kes di pêşbînî û çavdêriyên xwe de rastbîn (realîst) be."
Kêmkirina leşkeran
Tom Barrackê ku di heman demê de Balyozê Amerîkayê ye Enqereyê, amaje bi wê yekê kir ku guherîneke mezin di hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de dikin û got:
"Kêmkirina baregehên me yên leşkerî girîng e. Ji 8 baregahan, di dawiyê de dê bibe yek bargeh."
Di heman demê de, Jennifer Griffin, nûçegihana kanala Fox Newsê ya Amerîkayê roja duşemê di posteke torê civakî ya Xê de amaje bi wê yekê kir ku du berpirsên Amerîkayê ji kanalê re ragihandiye, di van çend hefteyên dawî de, Amerîkayê 500 leşker ji Sûriyeyê vekişandine û du baregehên leşkerî daxistine û yek jî radestî HSDyê kiriye.
Bi gotina heman çavkaniyê, baregeha hêzên Amerîkayê li kêlgeha petrolê ya Umerê û yekeke din a biçûk hatine daxistin û baregeheke din li kêlgeha gazê ya Konîkoyê radestî HSDyê hatiye kirin ku her sê jî li Dêrezorê ya rojhilatê Sûriyeyê ne.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) roja duşemê ragihandibû ku hêzên Amerîkayê du baregehên leşkerî li Dêrezorê vala kirine.
Li SOHRê, Amerîkayê ji 18ê Gulanê ve dest bi vekişîna qonax bi qonax a hêzên xwe kiribû û ji destpêka vê mehê ve, vekişîn xurttir kiriye.
SOHRê amaje bi wê yekê dike ku karwanên tank, zirxpoş û barhilgirên Amerîkayê hatine dîtin ku ji kêlgeha petrolê ya Umerê û kêlgeha gazê ya Konîkoyê derdikevin. Ew herêm di bin kontrola HSDyê de ye.
Têkoşîna li hemberî DAIŞê
Hêzên Amerîkayê serkirdatiya Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê dikin.
SOHRê ku dispêre çavkaniyekê, amaje bi wê yekê kiriye ku ew hêz dê li baregeha Şedadiyê ya li başûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bimînin û ji wir kar li ser pêşîlêgirtina xurtbûna DAIŞê bikin.
Beriya ku şerê Xezeyê di Çiriya Pêşîn a 2023yan de dest pê bike, Amerîkayê nêzîkî 900 leşker li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hebûn.
Lê piştî ku komên Libnanî, Yemenî, Sûrî û Îraqî yên alîgirên Îranê êrişên xwe yên li ser hêzên Amerîkayê li herêmê zêde kirin, Pentagonê hejmara leşkerên xwe gihand nêzîkî du hezar leşkeran.
Piştî ku Kanûna Pêşîn a par li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dawî li desthilata nîv-sedsalî ya malbata Esedan hat.
Nîsana vê salê, Pentagonê ragihand ku hejmara leşkerên xwe ji hezarî kêmtir dike, "di demekê de ku ew bawer dikin metirsiya DAIŞê lawaz bûye."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin