
Amerîka û Tirkiyeyê li ser Koma Xebatê ya Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar belev kir
.
Piştî civîna Koma Xebatê ya Sûriyeyê ya Amerîka û Tirkiyeyê ku li Washingtona paytexta Amerîkayê hat lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar hat belavkirin.
Heyetên nav-ajansî yên Tirkiye û Amerîkayê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Christopher Landau civiyan.
Balyozê Tirkiyeyê yê li Amerîkayê Sedat Onal û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Thomas Barrack Jr. jî beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniya hevpar a Amerîka û Tirkiyeyê de wiha hat gotin:
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiye pêbend in ku ew dê hevkarî û hevahengiya xwe ya di warê aramî û ewlehiya Sûriyeyê de zêde bikin, wekî ku ji aliyê Serok Trump û Serok Erdogan ve hatiye diyarkirin.
Dewletên Yekbûyî li Washington D.C.yê ji bo gaveke nû ya Koma Xebatê ya Sûriyeyê mêhvandariya Tirkiyeyê kir.
Heyetên navajansî yên Amerîka û Tirkiyeyê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve Christopher Landau û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Dr. Nuh Yilmaz ve hatin birêvebirin.
Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Thomas Barrack Jr. û Balyozê Tirkiyeyê yê DYA Sedat Onal jî beşdarî civinan bûn.
Heyetan li ser giringiyên hevpar ên li Sûriyeyê, di nav de sivikirina cezayan a li gorî rêberiya Serok Trump û têkoşîna li dijî terorê di hemû şêwe û diyardeyan de nîqaş kirin.
Amerîka û Tirkiye li ser Sûriyeyeke aram û di aştiyê de, hem bi xwe re û hem jî bi cîranên xwe re, nêrîneke hevpar parve dikin ku dê derfetê bide milyonan koçberên Sûriyeyî ku vegerin malên xwe.
Amerîka û Tirkiye girîngiya parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê qebûl dikin.
Sûriyeyeke aram û yekgirtî, ya ku dê derfetê nede rêxistinên terorîst ku wê wekî stargehê bi kar bînin, dê piştgiriyê bide ewlehî û geşbûna herêmê."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin