Amerîka û 6 welatan bertek nîşan da: Serweriya Herêma Kurdistanê hat binpêkirin

Amerîka û 6 welatan bertek nîşan da: Serweriya Herêma Kurdistanê hat binpêkirin

.

A+A-

Amerîka û şeş hevkalbendên wê yên Kendavê êrişên bi mûşek û dronan ên Îranê wekî "bipêşketineke xeter" bi nav kirin û bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku êrişan serweriya gelek welatan, Herêma Kurdistanê jî di nav de, bin pê kiriye.

Hevpeymanan di daxuyaniyê de bal kişand li ser mafê parastina rewa kir.

Berdevkiya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, doh (1ê Adara 2026an) li ser navê hikûmetên Amerîka, Behreyn, Urdin, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Ev daxuyanî li hemberî êrişên hevdemî yên Îranê yên li ser gelek xalên herêmê peyameke tifaqê ya navneteweyî ye.

“Herêma Kurdistanê û binesaziya sivîlan hatin hedefgirtin”

Di daxuyaniyê de êrişên Îranê yên "bê cudahî û bêberpirsyarî" yên li ser axa serwer a herêmê hatin hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de herêmên ku ji êrişan bandor bûne wiha hatin rêzkirin:

“Amerîka, Behreyn, Urdin, Kuweyt, Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî; êrişên bêberpirsyar ên mûşekî û dronan ên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser axa serwer a Behreyn, Îraq (Herêma Kurdistanê jî di nav de), Urdin, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratê bi tundî şermezar dikin.

Van êrişên neheq mafên serweriyê bin pê kir, jiyana sivîlan xiste xeterê û zerer da binesaziya sivîlan.”

“Bipêşketineke xeter û bêîstîqrarî ye”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kiryarên birêvebiriya Tehranê aramiya herêmê tehdîd dikin û ev "bipêşketineke xeter" e.

Hat gotin ku hedefgirtina welatên ku ne di nav şer de ne û sivîlan "tevgereke bêberpirsyar û têkder" e.

“Mafê me yê parastina rewa parastî ye”

Her heft welatan ragihand ku ew dê li hemberî êrişên Îranê bi paş ve gavê neavêjin û ji bo parastina welatiyên xwe bi hev re tevbigerin:

“Em li hemberî van êrişan ji bo parastina welatî, serwerî û axa xwe di nav yekîtiyê de ne, em mafê xwe yê parastina rewa ducare teyît dikin.

Em pêbendî ewlehiya herêmê ne. Em hevkariya xwe ya parastina asmanî û mûşekî ya bi bandor ku rê li ber windahiyên canî û wêraniyê digire teqdîr dikin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin