Amerîka: Me Qeter ji êrişa Îsraîlê agahdar kiribû

Amerîka: Me Qeter ji êrişa Îsraîlê agahdar kiribû

.

A+A-

Berdevka Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji nûnerê xwe yê taybet xwestiye ku Qeterê ji êrişa Îsraîlê ya li Dohayê agahdar bike.

Artêşa Îsraîlê li Dohaya paytexta Qeterê êrişî serkirdeyên Hemasê kir.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand, "Vê sibehê îdareya Trump ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hat agahdarkirin ku Îsraîl dê li bajarê Dohaya paytexta Qeterê êrişî Hemasê bike."

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di konferanseke rojnamegeriyê de da zanîn ku piştî vê yekê Donald Trump ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff xwestiye ku Qeterê ji êrişê agahdar bike.

Leavittê pesnê hewlên Qeterê yên ji bo biserxistina gotûbêjên agirbestê û bidawîanîna şerê li Xezeyê da û Qeter wekî "welatekî xwedî serwerî û hevpeymaneke nêzîk a Amerîkayê" bi nav kir lê amaje bi wê yekê jî kir ku Hemas li wî welatî ye.

Berdevka Koşka Spî tekez kir ku Donald Trump dixwaze şerê li Xezeyê demildest bi dawî bibe û ji bo wê mebestê "daxwaza berdana hemû dîlan û vegerandina hemû terman dike.

Serok Trump her wiha bi Serokwezîr Netanyahu re jî axivî.

Piştî êrişê Serokwezîr ji Serok Trump re ragihand ku ew dixwaze di demeke nêzîk de aştî pêk were."

Berdevka Koşka Spî her wiha diyar kir ku Donald Trump bi Mîr û Serokwezîrê Qeterê re axiviye û ew piştrast kirine ku careke din êrişeke bi vî rengî li welatê wan ducare nabe

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin