Amerîka: Îran salane 700 milyon dolar alîkariya leşkerî dide Hizbûllahê

Amerîka: Îran salane 700 milyon dolar alîkariya leşkerî dide Hizbûllahê

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku Îran salane 700 milyon dolar alîkariya leşkerî dide Hizbûllah a Lubnanê ji bo ku desthiladariya xwe ya li wî welatî bihêz bike.

Beyrût paytexta Lubnanê ye û gelek kes ji bo piştgiriya doza Filistînê dadikevin kolanan. Hizbûllah hêza bingehîn a li pişt tevgera gel e û hêzeke Şîa ye ku di sala 1982an de bi piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê hate avakirin.

Sekretêrê Giştî yê Hizbûllahê Hesen Nesrûllah got, “Em niha dikarin bi hezaran mûşekên xwe bikin yên zîrek. Me bi salan e dest bi vî karî kiriye. Her wiha me dest bi çêkirina dronan jî kiriye; heger hûn dronan dixwazin ji me bixwazin.”

Hizbûllah ji sala 1992an ve beşdarî hilbijartinên Lubnanê dibe. Niha di Parlamentoya Lubnanê de xwedî 12 kursiyan e û hevpeymanên wê jî hene ku ya sereke Tevgera Emel e ku xwedî 17 kursiyan e. Pozîsyona Hizbûllah gelek caran pêvajoya siyasî xetimandiye.

Hizbûllah li cîhanê weke hêza leşkerî ya herî mezin a ne hikûmî tê dîtin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Îran salane 700 mîlyon dolar alîkariya leşkerî dide Hizbûllahê.

Ev bihêzbûn ji aliyê beşeke mezin ên Şîeyên Lubnanê ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin lê ji aliyê gelek Sunne û pêkhateyên din ên welat ve tê redkirin û wek sedema beşek ji qeyrana Lubnanê tê binavkirin ku; Dadgeha Navneteweyî ya ku lêpirsîna kuştina Refîq Herîrî dike, wek kiryareke Hizbûllahê nîşan dide.

Dadgerê Dadgeha Navneteweyî David Rey got, “Biryara dadgehê bi vî awayî ye. Selîm Cemîl Eyaş tawanbar e bi danîna plana karekî terorîstî ku bi bombeke çandî Refîq Herîrî kuştiye.”

Selîm Cemîl Eyaş ku weke tawanbar tê pênasekirin endamê Hizbûllah a Lubnanê ye. Ev kom ne tenê di nava Lubnanê de tevdigere; piştî destpêkirina şerê navxweyî ya Sûriyê di sala 2011an de di alîkariya artêşa Esad de roleke mezin lîst. Li gorî Peymangeha Washingtonê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk, 865 çekdarên Hizbûllah a Lubnanê li Sûriyê hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin