
Amerîka hêzeke nû ya dronên êrişkar dişîne Rojhilata Navîn
.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan hêzeke nû ya erkdariyê pêk aniye ku ew jî hêza dronên êrişkar ên yekalî ye û dê li Rojhilata Navîn bên bicihkirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku navê vê hêzê "Pêvedana Dûpişk" (Scorpion Sting) e.
Ev biryar piştî fermana Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth a beriya 4 mehan hat dayîn ku xwestibû lez di dabînkirin û danîna teknolojiya dronan a bi bihayê guncav de were kirin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, hêza "Pêvedana Dûpişk" ji bo wê yekê hatiye avakirin ku dronên erzan, çalak û bilez ji bo hêzên şerker dabîn bike.
CENTCOMê diyar kir ku drona "LOCUST" wisa hatiye çêkirin ku bi awayekî serbixwe bixebite.
Ev dron çi ji platforma avêtinê be yan jî bi rêya sîstema bejahî û otomobîlên gerok dikarin bi awayên cuda werin firandin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku ew hêz nûjeniyan ji bo rêgirtinê bi kar tîne.
Her wiha wan şiyanên bipêşketî yên di warê dronan de dane şerkerên xwe, bi awayekî ku bipêşketin û hêza leşkerî ya Amerîkayê nîşan dide û bersiva "aliyên neyar" dide.
CENTCOMê eşkere kir ku endamên wan ên di operasyonên taybet de serperiştiya hêza "Pêvedana Dûpişk" dikin ku refên dronên êrişkar ên yekalî pêk bînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin