Amerîka hêza leşkerî dişîne rojhilatê Ewropoyê

Amerîka hêza leşkerî dişîne rojhilatê Ewropoyê

.

A+A-

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku derdora 400 serbaz, 10 balafirên şer ên F-18A û çend balafirên C-130ê ber bi rojhilatê Ewropoyê ve dişîne.

Berdevkê Pentagonê John Kirbu di birîfînga rojane de destnîşan kir ku Yekeya Kontrola Asîmanî ya Piyadeyên Deryayî ku ji 200 serbazan pêk tê û ji tetbîqata li Norwecê ber bi Lîtvanyayê ve şandine.

John Kirby anî ziman ku niha ew 200 serbaz li Lîtvanyayê ne û got, "Ji Baregeha Baeufortê ya li Carolinaya Başûr, 10 Balafirên Super Hornet ên F-18A û çend balafirên C-130ê yên Piyadeyên Deryayî jî dê ber bi rojhilatê Ewropoyê ve bên şandin."

Kirby herwiha got, "Ez cihê wan nikarim eşkere bikim lêbelê dê ber wê derê ve bên herikandin û herwiha ew ji 200 personelê pêk tên."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin