Amerîka: Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye

Amerîka: Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye

.

A+A-

Alîkarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê got, “Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye.”

Alîkarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê Vedant Patel wiha bersiv da:

“Tişta ku ez dikarim bêjim ev e ku êrişên bi vî rengî li ser binesaziya sivîl êrişeke rasterast e li ser serweriya axa Îraqê.

Ji ber vê yekê hûn dibînin ku me ew şermezar kir lê tiştekî din li cem min nîne.”

Çi bûbû?

Qada Gazê ya Kormorê roja înê danê êvarê bû armanca êrişa dronan.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi dronên bombebarkirî hatiye encamdan.

Qada Gazê ya Kormorê li nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî berhemanîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin