Amerîka: Em di hevkariya HSDê de berdewam in

Amerîka: Em di hevkariya HSDê de berdewam in

.

A+A-

 Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand, em di hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam in.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan û li ser pirsa egera operasyoneke Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Kirby da zanîn, ew ê li ser vê mijarê ti daxuyaniyê nede, tenê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de, hevkariya bi HSDê re berdewam dikin.

Ev daxuyaniya Berdevkê Pentagonê piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan pêr li Romayê bi Serokê Amerîka Joe Biden re civiya û piştî civînê got, proseya piştevaniya Amerîka bo şervanên Kurd li Sûriyê weke berê berdewam nake.

Derbarê daxwaza Tirkiyê ya kirîna balafirên F-16 ji Amerîka, Kirby eşkere kir: “Ez ê qala hûrgiliyên firotina leşkerî ya biyanî nekim, ev mafê Wezareta Karên Derve ye.”

Herwiha destnîşan kir, civîna hefteya borî ya şanda Amerîka û Tirkiyê li Enqerê, derbarê derxistina Tirkiyê ji bernameya berhemanîna balafirên şer ên F-35 de “berhemdar” bû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan meha borî ragihandibû, Amerîka ji welatê wî re pêşniyar kiriye ku balafirên F-16 bikire, piştî ku ew ji bernameya berhemanîna F-35 bi dûr xistibû.

Ji aliyekî din ve, Kerby li ser pirsa bicihkirina balafirên SU-35 ên Rûsî li Qamişlo got: “Ez nikarim behsa belavbûna hêzên Rûsyayê li Sûriyê bikim. Kanalên me hene ji bo bi Rûsan re rûbirû nebin.”

Berdevkê Pentagonê tekez kir jî: “Em wan kenalan bi awayekî kirdarî bi kar tînin, ji bo şaşîtî û encamên nexwastî rû nedin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin