Amerîka di roja 8 ê adarê de tedbîrên taybet danî ser Îranê

Amerîka di roja 8 ê adarê de tedbîrên taybet danî ser Îranê

.

A+A-

 Amerîka bi sedema ku Îran mafê jinan qebûl nake, zorê dide ser jinan û siyaseta ku di derbarê jinan de dimeşîne, di roja jinan ya 8 ê adarê de tedbîrên nûh danî ser Îranê. Beşa OFAC ê ya bi ser wezareta darayî ya Amerîkayê ji ber şiddetên ser jinan û li hemberê keçen Îranê kiryarên li dijî mirovahiyê dikin, ji bo hinek rêvebirên Îranê tedbîran danî.

Li gor ragihandina Dengê Amerîkayê; ragihandin ji aliyê wezareta darayî de hat kirin ku 2 wezîfedarên zîndanê yên Îranê, fermandarekî artêşa Îranê û 3 şîrketên ku hêsanî ji bo hêzên asayîşa Îranê kirine da zorê li ser jinan û çalakvanan bikin û tevî rêvebirên wan şîrketan ve tedbîran danî ser wan. Di ragihandinê de musteşarê darayî yê ji îstîxbarata darayî berpirs yê Amerîkayê Brian Nelson weha got:

“Amerîka, hevpar û hevkarên wê ji ber Îran li hemberê jinan kiryarên sinifa duyem kirine û dengê wan her wext tepeser kirine, li hemberê rejîma Îranê jina destek dike. Em ê kiryarên xwe li hemberê rejîma Îranê ku li hemwelatiyên xwe zilmê dike bi taybetî li hemberê jin û keçan tacîzên rejîmê dewam dikin, bidin dewam kirin.

Di zîndanên Îranê de kiryarên xerab, tacîz, kuştin dewam dikin, bi taybetî bi cinsî êrîşê ser jinan dikin, îşkence û kiryarên hovane li hemberê wan dikin.”

Hat ragihandin ku biryar bi sedema roja jina ya 8 ê adarê hat girtin, ev biryar bi koordinasyona Yekîtiya Awrûpayê, Îngîltere û Avûstralya hat dayîn.

Piştî rejîma Îranê Jîna Emînî keça Kurd di 16 ê êlûna 2022an de li Tehranê kuşt, li seranserê Îranê xwepêşandan destpêkiribûn û ev paketa 10em e ku Amerîka wek tedbîr datîne ser Îranê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin