Amedsporê hevrika xwe ya herî nêzîk têk bir û derbasî lîga 1’emîn bû

Amedsporê hevrika xwe ya herî nêzîk têk bir û derbasî lîga 1’emîn bû

.

A+A-

Amedspor li ser rêya xwe ya pehlewantiyê astengek mezin li pişta xwe hêla û hevrika herî nêzîk ya xwe Kastamonuspor 1-0 têk bir.

Di hefteya 35’mîn ya lîga 2’yemîn, Amedspor bi hevrika xwe ya herî nêzîk re rû bi rû ma û di lîstikgeha Kastamonusorê de 1-0 bi ser ket. Bi vê serkeftinê jî, Amedspor derbasî lîga 1’emîn ya pehlewantiyê bû.

Lîstik ku bi awayeke zîndî dihat weşandin, 160 temaşevanên wê hebûn. Tevî ku li meydanên gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê ekranên mezin hatibûn danîn û xelk ji bo temaşekirinê li hev civiyabûn.

Lîstikvanê Amedsporê Eyub Oskan di xuleka 2’ê de golek avêt û tîma pêş xist.

Lîstik heta dawiyê her bi vî encamê bi dawî hat û Amedspor bi vê serkeftina xwe, gihişt 77 xalan û pêşengiya xwe domand.

RÊ NEHAT DAYÎN ALÎGIRÊN AMEDSPORÊ DERBASÎ LÎSTIKGEHÊ BIBIN

Tê zanîn, Encûmena Parêzgehî ya Kastamonuyê ji bo misogerkirina ewlehiya lîstikê û derneketina şer di navbera alîgirên tîman de, ragihanbdibû ku nabe alîgirên Amedsporê derbasî lîstikgehê bibin.

LI WANÊ HEJMAREK ZÊDE YÊ XELKÊ TEMAŞEVAN BÛN

Lîstik ji aliyê hejmarek zêde yê xelkê Wanê li ser ekrana hilawîstî ya Şarederiya Bajarê Mezin ya Wanê li Meydana Bajêr dihat temaşekirin. Tê gotin, Şarederiya Bajarê Mezin bêpere çay bi ser xelkê re parve dikir. Alîgiran heta dawiya lîstikê, slogana “Amed Amed” davêtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin